PYD’ê li dijî dagirkeriyê dest bi pêgava berxwedanê ya bê dem kir

Partiya Yekîtya Demokratîk (PYD) li Herêma Firatê dest bi pêngaveke nû kir û got: “Wê di çarçoveya pêngavê de wê li dijî dagirkerî û dijminên Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkoşînê bikin.”

Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) li Herêma Firatê bi daxuyaniyekê destpêkirina pêngava "Na ji dewleta Tirk a dagirker re, erê ji parastina destkeftiyên şoreşê re" ragihand. Daxuyanî li Qada Jina Azad a Kobanê bi beşdariya endamên partiyê hat dayîn.

Hevserokê Meclîsa PYD’ê ya Herêma Firatê Ehmed Şêx daxuyanî xwend. Di daxuyaniyê de bal kişandin ser van xisûsan:

"- Em PYD bi hedefa rizgarkirina tevahî herêmên Sûriyê ku dewleta Tirk a dagirker bi hemû rêbazan dagir kirine, dest bi pêngava "Na ji dewleta Tirk a dagirker re, er ê ji parastina destkeftiyên şoreşê re" li herêma Firatê destpê dikin.

*Parastina xak, rûmet, civak, dîrok, jiyana azad, têgihiştin, destkeftiyên şoreşê û garantiya wê ye.

*Têkoşîna li dijî dagirkeriyê û tevahî dijminên Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyê û tevahî Sûriyê.

*Birêxistkirin û tevgerîna hêzên me yên çandî, civakî, rêxistinî û aktîfkirina wan.

*Derketina ji qonaxa parastina sist û derbasbûna li qonaxa nû ya parastina giştî û hevgirtî.

*Pêngava me civakî, rêxistinî, siyasî û serhildana sivîl e.

*Pêngava me, pêngaveke nîştimanî û demokratîk bi kesayeta azad û civaka azad ve girêdayî ye.

*Ev pêngav ne demkî ye, lê belê heta serkeftinê berdewam e, da ku mafên gel li ser tevahî astan û li gorî peyman û mîsaqên navneteweyî mîsoger bikin.

*Dijmin sereke ji gelê me re, dagirkirina Tirk ji xaka Sûriyê re ye û di serî de herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye.

*Siyaseta dijminahî ya ku dewleta Tirk pêk tîne, di helwestekê de ye ku kes hesûdiyê lê nake, her wiha li pêş civaka navneteweyî bi tenê ma. Her wiha hişt ku azarên pirsgirêkên aborî, civakî û siyasî li ser asta hundirîn û bi civaka navneteweyî re bikişîne, êdî di her kêliyekê de li astên hundirîn û derve li ber teqînê ye.

*Bi vê siyasetê, êdî encamên wê hilweşîna dewleta Tirk a faşîst e, ev pêngav jî wê bi lez hilweşîne.

Di dewama daxuyaniyê de ev hate gotin:

“Hêzên siyasî yên navneteweyî yên hegamon êdî li ber guhartina nexşeya erdnîgarî û siyasî ya li Rojhilata Navîn in. Ev jî Şerê Cîhanê yê Sêyemîn e ku van planan pêk bînin. Lê heta niha biryara çarenûsa gelê Kurd û garantiya mafên wê yên rewa li xaka wê ya dîrokî, nedane. Ji lew re divê em bi rêya vê hemle û hêzên xwe yên cewherî, siyasî û vîna azad hedefên xwe di mafên rewa de mîsoger bikin.

Divê bi rêya vê pêngavê azadiyê mîsoger bikin û wê li tevahî herêman belav bibe, her wiha divê azadiya kesên bi vê rêgez û hedefên projeya neteweya demokratîk, a biratiya gelan û jiyana hevbeş a di navbera pêkhateyan de bawer dikin, mîsoger bikin. Her wiha divê ev yek bibe ajoya ji bo pêkanîna yekitiya nîştimanî ya kurd û Sûriyê.

Banga me ji tevahî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ji bo şêniyên herêma Firatê, ji bo bajarê berxwedan û şehîdên Kobanê, ji tevahî partiyên siyasî, saziyên civaka sivîl û ji pêşengên civakê ciwan û jinan re ew ku tevlî vê pêngavê bin. Bi ruhê şoreşgerî berdewam bikin, bi ruhê têkoşînê ji bo tolhildana şehîdên şoreşê, ruhê berxwedana Kobanê, berxwedana Heftanînê tev bigerin, da ku hedefên vê pêngavê pêk bîne, her wiha Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan serbest berdin û di nava xwe de azad bibînin."

Daxuyanî bi dirûşmên silavkirina şoreşa Rojava, berxwedana Heftanînê, berxwedana girtîgehan û şehîdan bi dawî bû.