Pîşesaziya Qamişloyê bi rengekî hevpar tê birêvebirin

Şoreşa ku li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê bi hişmendiya neteweya demokratîk hatiye hûnandin, bandorê li her qada jiyana civakî dike. Yek ji van qadan jî Navenda Pîşesaziyê ya Qamişloyê ye.

Navenda Pîşesaziyê ya Qamişloyê ku nêzî hezar kargeh lê hene û navenda herî kevn a atolyeya pîşesaziyê ye, li Herêma Cizîrê dibe bersiv ji pêwîstiyên tamîrê re. Navenda Pîşesaziyê ji aliyê meclîsekê ve tê birêvebirin ku ji tamîrkarên Kurd, Ermen, Suryan û Ereban pêk tê.

Navenda Pîşesaziyê ya Qamişloyê ji Dêrikê heta Hesekê, ji wir jî heta bajarê Dêra Zorê bersivê dide pêwîstiyên tamîrkirina wesayitan. Bi pêvajoya şoreşê re Meclîsa Pîşesaziyê ya Qamişloyê ji nûnertiya civakan hemûyan û xebatkarên li wir ava bû. Meclîs di nava xwe de koordînasyonek ji 8 kesî diyar dike. Her yek ji van endamên koordînasyonê jî qada ku lê hoste ne temsîl dike û pirsgirêkan bi hevkarî çareser dikin.

Qada pîşesaziyê ku xwedî kapasîteyeke mezin a kar e, li ber gelek zor û zehmetiyan jî radibe. Ji ber ambargoya li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, carna ji bo tamîrkirina parçeyê wesayiteke xerabûyî yan jî kirîna parçeyê nû serî li bazar û pîşesaziyên welatên derdorê didin. Lê belê parçeyên tên xwestin ji ber ambargoyê ya nagihêjin herêmê yan jî bi derengî tên.

Serokê Meclîsa Pîşesaziyê ya Qamişloyê Mihemed Sediq diyar kir ku tevî vê yekê jî ew pirsgirêkên gel û esnafan çareser dikin û got, "Li gel ambargo û kêmderfetiyan jî ji bo dilê her kesên ji bo tamîrkirina wesayitê tê pîşesaziyê, em xizmetê dikin. Em hem mafên muşteriyan diparêzin hem jî nahêlin ku neheqî li esnafan bibe."

'CIHÊKARÎ DI NAVBERA ME DE NÎNE'

Ji esnafên pîşesaziyê Xaçik Armeniyan Mîrkonyan ê 46 salî ku bi eslê xwe ji Sasonê ye, diyar kir ku ew bi Kurd û Ereban re bi hev re dijîn, di çarçoveya hezkirin û hurmetê de nêzî hev dibin.Mîrkonyan qala çanda jiyana hevpar kir: "Li pîşesaziya Qamişloyê Ermen, Ereb, Kurd, Suryan têkiliyên xwe ne tenê çend salên dawî hene. Em bi hezaran sal in li ser vê xakê bi hev re dijîn. Em hemû hev weke xizmên xwe dibînin. Aliyê herî xweş ê herêma me jî wiha ye. Di navbera me de teqez cihêkarî nîne. Em xwediyê vê herêmê ne û civateke ku bi biratî dijîn. Me ev xak dagir nekiriye. Dewleta ku xerîbê vê xakê ye dewleta Tirk e."