Pirtûkxaneya Amara di xizmetê de ye

Pirtûkxaneya Amara ku berhemên çandî, wêjeyî, hunerî, olî, felsefî û tibî lê ne, pirtûkxaneya destpêkê ya Şoreşa Rojava ye.

Pirtûkxaneya Amara li qada Şoreşa Rojava kolana berxwedanê ya wêjeyê ye. Amara ku pirtûkxaneya destpêkê ya şoreşê ye, Mijdara 2019'an kete xizmetê. Li gel pirtûkên çîrokê yên cuda yên ji xelkên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi 5 zimanan zêdeyî 15 hezar berhem hene û bi vî rengî bûye hîmê wêjeyî yê şoreşê.

Pirtûkxaneya li Qamişloyê pirtûkên bi zimanên Kurdî, Erebî, Îngilîzî û Tirkî dihewîne. Zêdeyî 15 hezar pirtûk lê ne. Cihekî welê ye ku ciwan, rewşenbîr, nivîskar lê kom dibin, nîqaşan lê dikin, fikrê xwe parve dikin.

BÛ ÇAVKANÎ JI PROJEYÊN NÛ RE

Ji bilî pirtûkên li Rojava hatin çapkirin, ji Bakur û Başûrê Kurdistanê, ji Şam heta bi Misrê gelek pirtûk lê hene. Hem xwendekarên ku li zanîngehê tezê amade dikin sûdê jê werdigirin, hem jî ji bo afirandina projeyên nû dibe çavkaniya sûdwergirtinê.

PIŞTGIRIYA JI BO PIRTÛKXANEYÊN DIN

Li Pirtûkxaneya Amara zêdeyî 500 berhemên ji weşanxaneyên Aram, Şilêr, Sîtav, Aryen Safahat, El Ereb, Lîberal, Elka û Werd hene. Ji bo xwediyên pirtûkxaneyan ên li herêmê, ku ji aliyê madî ve tengav dibin, dibe çavkaniyek. Pirtûkxaneya Amara ji gelek aliyan ve piştgiriyê dide.

JI 7 HETA 70 SALÎ

Ji kedkarên Pirtûkxaneya Amara Selîm Ebbas got, "Ji bo xurtkirina çanda xwendinê pirtûkxaneyeke bi vî rengî hate avakirin. Asta pêşketinê ya gelek welatan bi xwendinê re di heman astê de ye. Ji bo gihandina nifşê ciwan, yek ji qadên herî guncaw pirtûkxane ne. Li Pirtûkxaneya Amara jî pirtûkên welê hene ku ji 7 heta 70 salî xîtabî her kesî dikin. Pirtûkxaneyeke rengîng e. Li ser ol, felsefe, ansîklopedî, wêje, çand, huner û şoreşê gelek pirtûk lê hene. Bêguman dema daxwaz hebe jî em sîparîşan jî dikin, lê belê piraniya pirtûkan li herêmê hatine amadekirin."