Pîrozbahiya Newrozê ya li Tebqayê

Di pîrozbahiya Newroza li Tebqayê de gel azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan qêriyan.

Di şahiya Newrozê ya li Tebqayê de, şêwirmendê Rêveberiya Sivîl a Tebqayê Cahid Hesen axivî û got: "Em vê roja pîroz li Rêberê mirovahiyê Abdullah Ocalan, hemû gelan û li tevgera têkoşer û şoreşger pîroz dikin ku ji beriya 50 salî ve berdewam dike û gelek serkeftin bidest xist."

Cahid Hesen ev li axaftina xwe zêde kir: "Newroz berê û niha jî şoreşa li dijî zilmê û zordestan bû. Heta gel bi tevahî azad nebe, ev şoreş wê berdewam bike."

Piştre bi navê Meclisa Leşkerî ya Tebqa Feyad El-Elî axivî û diyar kir: "Newroz roja rizgariya gelan û hilgirtina meşeleya berxwedan û azadiyê ya li dijî sitmekaran e."

Feyad El-Elî wiha axaftina xwe domand: “Em hêvî dkin ku Newroz bibe roja azadiya Rêber Abdullah Ocalan, hemû girtiyên azadiyê, rizgarkirina Efrînê û herêmên dagirkirî.”

Endamê Rêveberiya Meclisa Malbatên Şehîdan a Tebqayê Ebdulhekîm El-Hisên jî axivî û got: "Ji bo pêkanîna jiyaneke azad, pêwîstî bi fedakariyan heye. Em gelek evîndarê azadiyê ne. Îro em cejna azadiyê, serkeftinê û xilasiya ji zilmê pîroz dikin. Ev axa me ye ku bi xwîna şehîdên me hatiye avdan."

Ebdulhekîm El-Hisên di dawiyê de got: "Em ê Newroza 2022’an bikin vejîna rojeke nû û em ê Rêberê xwe Abdullah Ocalan azad bikin.”