Pêngava QSD’ê didome: 6 çete hatin girtin

Navenda Çapemeniyê ya QSD’ê di roja 3’an a pêngava QSD’ê ya li dijî çeteyên DAÎŞ’ê daxuyanî da. QSD’ê got ku 6 çeteyên DAÎŞ’ê hatine girtin, gelek çek û cebilxaneya çeteyan jî hatiye desteserkirin.

Navenda Çapemeniyê ya QSD’ê di roja 3’an a pêngava QSD’ê ya li dijî  çeteyên DAÎŞ’ê daxuyanî da.

Di daxuyaniya QSD’ê de ev tişt hate diyarkirin:

“Hêzên me QSD, bi beşdarbûna Hêzên Ewlekariya Hundirîn, Hêzên Zêrvanên Sînor, Yekîneyên Parastina Jin, Yekîneyên Komando û hevkariya Hêzên Koalîsyonê qonaxa duyemîn a Pêngava Tunekirina Terorê li herêmên Dêrazorê li dijî terorêstîn rêxistina DAIŞ'ê didomînin.

Di operasyonên serdegirtin û paqijkirinê de yên li dijî baregehên terorîstan û gumanbaran de, 6 endamên rêxistina DAIŞ'ê ya terorîst hatin girtin.

Her wiha hêzên me dest danîn ser çekên klaşînkov, gelek mayîn ku ji bo teqînê hatibûn amadekirin, 5 telefon û laptobekê."