Pêngava QSD’ê didome

Pêngava QSD’ê ya li dijî şaneyên DAÎŞ’ê di qadeke 80 kîlometreyî de didome. Heta niha 42 çete hatin girtin.

QSD’ê li dijî şaneyên DAÎŞ’ê li bejahiya Dêrazor û Hesekê pêngavek dabû destpêkirin. Pêngav li qadeke 80 kîlometreyan didome.

Hate diyarkirin ku QSD’ê îro 12 çete girtiye û bi giştî heta niha 42 çeteyên DAÎŞ’ê hatine girtin.

Fermandarê QSD’ê Reşo Hîlînc diyar kir ku gelê herêmê jî piştgiriyê didin pêngavê û ev pêngav li ser xeta sînor wê heta Çemê Firatê bidome.