Pêngava li dijî DAÎŞ'ê di roja 3'emîn de ye: 28 çete hatin girtin

Di operasyona QSD'ê de ya li dijî DAÎŞ'ê, di roja 3'emîn de herî kêm 28 çete hatin girtin.

Qonaxa duyemîn a pêngava Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) a li bejahiya Dêra Zorê ya li dijî hucreyên DAÎŞ'ê, îro di roja sêyemîn de ye.

Operasyon li bakur û rojhilatê Dêra Zorê bi beşdariya endamên Meclîsa Leşkerî ya Dêra Zorê, YPJ û Hêzên Ewlekariya Hundirîn ve tê meşandin. Hate ragihandin ku herî kêm 28 çete hatine girtin.

Fermandarê QSD'ê yê tevlî operasyonê bûye Sason Tolhildan diyar kir ku operasyon li deverên nêzî herêmên di kontrola hêzên hikumeta Sûriyeyê de ne tê meşandin.

Tolhildan ragihand ku wan li bajarokên Basîra, Zir, Şehîl, Zîban û Hewayêcê li gelek nuqteyan operasyon meşandine û gelek cebilxane bi dest xistine.