PDK'ê Kurdê ku bi êrişa dewleta Tirk birîndar bû xiste zindanê

PDK'ê, sivîlê bi navê Silêman Mele Şêxo yê ji ber êrişa hewayî ya dewleta Tirk li herêma Kanî Masî birîndar bû, li şûna ku tedawî bike, xiste zindanê.

19'ê Mijdarê balafirên bêmirov û biçek ên artêşa dewleta Tirk a dagirker, bombe li gundê Bîgdadê yê bajarokê Kanîmasî barandibûn. Di encama vê êrîşa hewayî de welatiyê bi navê Silêman Mele Şêxo ê ji gundê Bêdehê birîndar bûbû û zirareke mezin gihîştibû mal û milkên gundiyan.

Silêman Mele Şêxo yê ku pêwîstiya wî bi tedawiyê hebû, di 20’ê Mijdarê de hêzên PDK’ê ser mala wî de girtin û ew birin Asayîşa Duhokê. Piştî wê jî ew xistin zindanê. Asayîşa ser bi PDK ve rê neda ku Silêman Şêxo bê dermankirin.

Heya vê kêliyê jî çi agahî ji Silêman Mele Şêxo nehatiye girtin û ji malbata wî tê veşartin.

Ji welatiyên herema Kanî Masî mamoste H.S wiha qala mijarê kir: "PDK bi van pêkanînên xwe plana dewleta Tirk temam dike. Li şûna ku li ber êrişkaran raweste, sivîlên bêsûc û bêguneh ku birîna wan nehatiye derman kirin digre. Em dizanin ku dewleta Tirk tevahî saziyên PDK'ê bi rê ve dibe û PDK çi helwestekê raber nake."