Partî û rêxistinên Rojava ji bo 1’ê Îlonê daxuyanî dan
PYD, Partiya Komunîst a Şoreşger û TEV-DEM’ê bi wesîleya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê bang kir ku bila şer û dagirkerî bi dawî bibe.
PYD, Partiya Komunîst a Şoreşger û TEV-DEM’ê bi wesîleya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê bang kir ku bila şer û dagirkerî bi dawî bibe.
Bi boneya Roja Aştiyê ya Cîhanê Tevgera Komunîst a Şoreşger, Partiya Yekitiya Demokrat (PYD) û Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) li pêşiya Navenda Komîseriya Kar û Barên Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li Qamişlo daxuyaniyeke hevpar da.
Daxuyanî bi beşdarbûna bi dehan şêniyan ji aliyê endamê Koordînasyona TEV-DEM'ê Ayid Îbrahîm ve hat xwendin
Di daxuyaniyê de îşaret bi rola gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya bi armanca misogerkirina aştî û ewlehiya li herêmê hate kirin û hate gotin, tevî aloziya Sûriyeyê 11 sal li pey xwe hiştin, lê dîsa jî krîza wê dewam dike.
Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser rol û kar û xebata hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û berxwedana QSD’ê ya pêkanîna aştî û ewlehî li herêmê û ev hate diyarkirin: "Me rêxistinên terorîst têk birin û li herêmê aştî û îstiqrar pêk anî, her wiha me Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ava kir ku nûnertiya hemû gelê herêmê dike. Me aştî û modela demokratîk bi cih anîn ku li ser bingeha fikirê neteweya demokratîk û biratiya gelan a ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan banga wê dike."
Di dawiya daxuyaniyê de banga pêkanîna ewlehî, aştî û jiyana hevbeş li herêmê hate kirin. Her wiha bang hate kirin ku bila şer bi dawî bibin, li hemberî mafên mirovan rêz were girtin û civakeke demokratîk were avakirin.