Dema mirov li kronolojiya dîroka Kurdan binêrin, ku bi sedsalan hatine tepisandin û cewhera wan tê xwestin bi êrîşên qirkirinê yên hêzên hegemon re bê windakirin, gelek raperîn, rêxistinbûyîn û hwd. qewimîn. Ji bo fêhmkirina serketina wan an jî mîrateya wan a têkoşînê, nirxandina nîv sedsala dawî têrê dike. Têkoşîna ku Rêber Abdullah Ocalan di sala 1973'an de li ser bingeha gelê Kurd ji bo gelên Rojhilata Navîn destnîşan kir, sala 1979'an derbasî parçeyê herî biçûk ê Kurdistanê derbasî Rojava hate kirin. Rojava bi vî rengî bû navenda têkoşînê. Hebûna fîzîkî ya 20 salan a Rêber Abdullah Ocalan a li herêmê, rê li ber wê vekir ku ev têkoşîn bi rêya Rojava ber bi Kurdistanê û çar aliyê cîhanê ve belav bibe. Şervanên Kurd ku li dijî sîstemên desthilatdar ji bo Têkoşîna Azadiyê ya Kurd re jiyana azad a şoreşger a demokratîk hilbijartin, berê xwe dan navenda têkoşînê. Piştî ku dewreya perwerdeyê ya li qada Bekaayê bi dawî kirin, ji bo li qadên cuda yên têkoşînê cih bigirin berê xwe dan çiyayên azad.
Gelê Rojavayê Kurdistanê ji ber feraseta şovenîst a dewletê di serdema yekemîn de ku şervanên azadiyê hatin herêmê, milîtanên azadiyê nas nakin. Berê ji ber têgihiştina teng a tevgerên Kurd kesên ku dihatin weke 'biyaniyan' dihesibandin. Tenê dema ku armancên tevgera azadiyê bi têrkerî dîtin û dîtin ku milîtanên wê bi berxwedana têra xwe ji bo van armancan canê xwe feda bikin, ev biyanîbûn rê li ber têkilî û dilsoziyeke xurt vekir. Hinek jê ji Rojava çûn çiyayên Bakurê Kurdistanê û di dema têkoşîna azadiyê de şehîd bûn. Di heman demê de hinek jê ji Bakurê Kurdistanê hatin qada şoreşa Rojava û di têkoşînê de şehîd bûn. Ev rih û dilsoziya xurt a di nava şervanên azadiyê de êdî gihîştibû ber deriyê her malekê ku li qada şoreşê ne. Niha her malbat bi bîranîna şehîdan, mîna ku keç û kurên wan e belgeyên şehadetê werdigirin. Heta niha belgeyên şehadetê yên bi hezaran cangoriyên Kurdistanê û hemû cîhanê dane malbatên welatparêz ên li Rojava.
ÇEND MÎNAK
Şemsîxan endama malbata Gulo ya welatparêz a Rojava ye û li ser navê malbata xwe bawernameya şehadetê ya Harûn Raman Torî (Abdurrahman Tapkan) ku di 3'ê Tîrmeha 2016'an de di pêngava rizgarkirina Minbicê de şehîd bû werdigire, weke parçeyek ji kurê xwe dibîne. Şemsîxan Gulo bi bilêvkirina dilsoziya xwe ya bi şehîdan re dest bi axaftina xwe kir û axaftina xwe wiha domand: "Harûn bi kurê min re şehîd ket. Min ji Meclîsa Malbatên Şehîdan xwest ku belgeya wî ya şehadetê bide min. Şervanên tevgera azadiyê bi salan e ji bo me têdikoşin, canê xwe feda dikin. Em çi bikin jî em nikarin berdêla keda wan bidin. Bi hezaran ciwanên Kurd ji bo ku gelê Kurd jiyaneke rehet û aram bijî canê xwe feda dikin. Şoreşa Rojava ji roja ava bûye û vir ve di yekparebûna gelê Kurd û mezinkirina şoreşê de bûye wesîle. Bi taybetî bi dehan ciwanên ji Bakurê Kurdistanê ji bo me li nava têkoşînê xwîn rijandin û gihîştin şehadetê."
'JI KEÇA MIN CUDATIR NÎNE'
Mihemed Xelîl ê ji Qamişloyê, bavê Têkoşîn Xelîl ê di sala 2015'an de li Colemêrgê şehîd bû jî belgeya şehadetê ya Zîlana ku li Rojava di heman dîrokê de şehîd bûye, werdigire. Mihemed Xelîl got, "Keça min Têkoşîn li çiyayên azadiyê Zîlan jî qada şoreşê gihîşt şehadetê. Keça min gelekî dûr bû, lê min xwest belgeya şehadetê ya Zîlana ku li vir bê cudahî şehîd ket bidest bixim û min girt. Şehîd Zîlan jî keça min e. Ez her tim diçim ser gora wê. Eger em welatekî azad û serbixwe dixwazin, bi rîska hemû berdêlan re em ê xaka xwe bi fedakarî biparêzin.”