Newroz li Şamê bi coş hate pîrozkirin

Kurdan li taxa Zorava ya paytexta Sûriye Şamê Newroz bi coş pîroz kirin.

Kurdistaniyên Şamê tevî pêkhateyên din ên taxa Zorava li hev kom bûn û Newroz pîroz kirin.

Kurdistanî ji saetên sibehê ve bi cilên gelêrî, al û sembolên Kurdî herikîn qada pîrozbahiyê.

Pîrozbahî bi deqeyek rêzgirtin destpê kir. Piştre li ser navê Tevgera Civaka Demokratîk, Partiya Demkoratîk a Kurd û Meclîsa Malbatên Şehîdan axaftin hatin kirin.

Di axaftinan de Newroza 2019`an li gelê Kurd û tevahiya gelên herêmê hate pîrozkirin. Axaftvanan hêvî kirin ku xêr û aştî li herêmê belav bibe û bang li jiyana hevbeş a di Sûriyeyek demokratîk de kirin.

Eniya Demokratîk a Muxalefeta Sûriyê Newroz li gelê Kurd û gelê Sûriyê pîroz kir.

Piştî axaftinan hunermend Xalid Hacî tevî Koma Şehîd Serhed stranên şoreşgerî yên li ser Berxwedana Serdemê gotin. Piştî wê govendên gelêrî pêşandan û Koma Şehîd Avesta û Rojava yên taybet bo jinan berhemên xwe yên hunerî pêşkêş kirin.

Gelek hunermend ji Sendîkaya Hunermendan a Şamê beşdarî şahiyê bûn û stran bi zimanê Erebî vegotin.

Şahî bi berzkirina dirûşmeyên silavkirina berxwedanê û pîrozkirina Newrozê bi dawî bû.