Newroz Ehmed: Rojava hêza gel û jinê nîşan da

Fermandara Giştî ya YPJ'ê Newroz Ehmed diyar kir ku Şoreşa Rojava hêza gelan û jinan nîşan da û got, "Banga me li gelê me ye ku xwedî li rûmet û berxwedanê derkeve, ku bi berdêlan hatine afirandin."

Li keleha berxwedanê û bîrdariya azadiyê, li Kobanê di 19'ê Tîrmeha 2012'an de sîstema dewletê ji hev hate xistin û xaka Rojava ya bi sedan salan di bin zext û zordariya mêtingeriyê de bû berê xwe da azadiyê. Jinên Kurd ku pêşengî ji vê şoreşê re kirin, nîşanî tevahiya dinyayê dan ku hêz û îradeya jinê dikare çi bike. Bi sedan jinên ku li deverên cuda yên dinyayê ketin bin bandora berxwedana jinên Kurd, ber bi xaka Rojava ve herikîn.

Fermandara Giştî ya Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) Newroz Ehmed bi wesîleya 8'emîn salvegera Şoreşa Rojava bersiv da pirsan...

'CUDAHIYA XWE YA JI ŞOREŞÊN DIN'

Şoreş di nava kîjan şert û mercî de pêk hat û ji kîjan qonaxan derbas bû?

Di salên 2010-2011'an de pêngaveke şoreşgerî dest pê kiribû. Gel ji sîstema krîzê nerazî bû û êdî nikarîbû xwe lê rabigire. Bi taybetî jî gelê Ereb serî hilda û ew pêvajo weke 'Bihara Ereban' hate pênasekirin. Gelan êdî nekarî xwe li zilma li wan dihate kirin rabigirin. Serhildan pêl bi pêl mezin bû. Gelê Kurd jî yek ji wan gelan bû ku ev zilm û zordarî didît û bi her awayî dihate qirkirin. Gelê Kurd cihê xwe di nava pêla serhildanê de girt. Di vê mijarê de bingeheke xurt a gelê Kurd hebû. Gelê Kurd xwest ji bo azadiya xwe têbikoşe. Şert û merc zehmet bûn. Yekane hêza gel ew e bû ku xwe bi rêxistin bike û bi hişmendiya azadiyê tevlî şoreşê bike. Bi taybetî bi pêşengiya jinan qad hatin dagirtin. Sedsala 21'ê sedsala jinê ye û vê yekê xwe bi rengekî eşkere nîşan da. Cudahiya me ji şoreşên din hemûyan ew e ku gel bi temamî tevlî bû, jin tevlî bûn, ji bo azadiya xwe dest bi şer û têkoşînê kir, xwe kir îarde, zane kir, bi pêş ve bir û xwest têkoşînê bidomînin. Vê şoreşa gel derfetên xwe bi xwe afirand. Hin hêzan xwestin dest li vê şoreşê werbigirin, lê belê destûr nedan. Li vir gelên Ereb, Çerkes, Asûrî, Suryanî, Ermen, Kurd bi salan e bi hev re jiyan. Ev der mozaîka gelan e. Lewma ev gel ji bo jiyaneke bi hev re bûn yek. Parçebûna ku sîstema Sûriyeyê xiste nava gelan bi vê şoreşê re ji holê hate rakirin.

'JINAN HÊZA XWE NÎŞAN DAN'

Şoreşa Rojava bi pêşengiya jinê pêk hat. Dinya bi vî rengî lê dinere. Her wiha hûn gotina 'Şoreşa di nava şoreşê de' çawa şîrove dikin?

Şoreşa Rojava ji ber ku bi pêşengiya jinê pêk hat weke şoreşa jinê tê pênasekirin. Ji ber ku jinan li her qadê pêşengî jê re kirine. Bêyî ku ji devereke din hêzê werbigirin, vî gelî bi pêşengiya jinan asta serketinê bilind kir û şoreş pêk anî. Gav bi gav bi eşqa azadiyê, ji bo şikandina zincîrên koledariyê yên bi hezaran salan hatin ferzkirin, ji bo azadiyê li ber her zor û zehmetiyan rabû, li ber xwe da û li ser piyan ma. Her gava ku bi demê re hate avêtin ev asta hişmendiyê bilind kir. Ev hemû di nava rastiya jiyanê de hatin afirandin. Tevlîbûna YPJ'ê bandor li tevahiya civakê kir. Nîşan da ku jin li her qadê dikare bi xurtî li ser piyan bimîne. Ji ber vê yekê bi vê şoreşê re ne tenê sîstemeke dewletê hate hilweşandin, di heman demê de hêza jinê bi rengekî berbiçav nîşan da. Lewma xwedî wê taybetmendiyê ye ku şoreş di nava şoreşê de pêk aniye. Jin li qadên siyasî, civakî, dîplomatîk, aborî û leşkerî cih digirin û her kesî ev yek bi rengekî vekirî dîtin. Jin bi nêrîn û pêşdîtinê xwe li her qada civakê hene û bi vî rengî em xwe digihînin pîvanên Jiyana Azadîparêziya Jinê ya Ekolojîk, Demokratîk.

'NEKARÎN KU VÎNA ME DAGIR BIKIN'

Herî dawî dema ku dewleta Tirk Girê Spî û Serêkaniyê dagir kirin gelên cîhanê helwesteke tund dan. Li ser vê helwesta we çi bû?

Jinên şoreşger dema ku êrîş hate ser wan li her deverê têkoşiyan. 2014'an li Şengalê li dijî êrîşên çeteyên DAÎŞ'ê hêzên YPJ'ê ketin sîperê û li dijî vê heta dawî şer kirin. Helbet cîhanê jî ev dît. Hemû armanc ji bo mirovahiyê bû, her kesî ev dî. Berxwedana bi wêrekî ya jinan wêrekî da her kesî. Artêşa Tirk a dagirker ji ber ku ev şoreş û jina berxwedêr qebûl nekir bêyî ku ti hincetek hebe êrîşên dagirkirinê anî. Lê yekbûna gelan, bi rengekî xurt mane wan a li ser piyan, bêyî ku xwe bispêre ser ti hêzê xwe li ser piyan hişt û re ve bir, ev rastî li ber çavan e. Hevrê Hevrîn Xelef, Dayika Aqîde û Amara,, gelek fermandar û enternasyonalîst ji gelek deverên cîhanê tevlî nav şoreşê bûn. Ev berxwedan bi wan mirovan pêk hat ku ji bo azadiyê hazir bûn ku her tiştê xwe feda bikn. Artêşa Tirk dibe ku hin qadên me dagir kiribe lê nekarî vîna jinan û gelan, hêza berxwedanê dagir bike; bersiva herî mezin a li dijî dagirkeran ev e.

'GELÊ ME DIVÊ LI RÛMETA XWE XWEDÎ DERKEVE'

Îro jî dewleta Tirk êrîşên xwe yên li ser Rojava didomîne. Li dijî vê hûn çi dikin û haziriyên we çilo ne?

Helbet di vê şoreşê de gelek tişt bi dest me ve hatin. Hêzên berevaniya jinê bi gel re wê bi dest kesî ve bernede. Li gel hemû êrîşan jî gel berê xwe da Rojava û dixwaze jiyaneke ewle bijî. Dagirkeryia Tirk gef û êrîşên xwe yên li ser Rojava, Başûr û Bakurê Kurdistanê didomîne. Hêzên berevaniya jinê bi vê bîreweriyê tevdigerin. Divê gelê me jî bi vê bîreweriyê nêzîk bibe. Şerê serdema nû bi Berxwedana Rûmetê tecrubeyeke mezin daniye holê. Gelek haziriyên me hene. Gelê me di vê pêvajoya derbas bûyî de gelek êş jiyan. Li gel ev çend zehmetî, êş û berdêan gelê me bi paş ve gav neavête, tim li cem me bû. Ji hêla madî û manewî ve li cem me bû.

Banga me ew e ku gelê me li rûmetê û berxwedanê xwedî derkeve ku bi berxwedanê derketiye holê. Di serî de malbatên şehîdan, ji ber keda ku dane em minetdarên hevalên me yên birîndar û xazî ne. Em soz didin ku ji bo civakeke azad, wekhev û demokratîk heta dawiyê têbikoşin.