Nasnameya 7 şehîdên Berxwedana Rûmetê hatin eşkerkirin
QSD’ê nasnameya 7 şervanên QSD’ê yên 11’ê Cotmeh-1’ê Mijdarê di Berxwedana Rûmetê ya Serêkaniyê û Til Temirê de şehîd bûne, eşkere kir.
QSD’ê nasnameya 7 şervanên QSD’ê yên 11’ê Cotmeh-1’ê Mijdarê di Berxwedana Rûmetê ya Serêkaniyê û Til Temirê de şehîd bûne, eşkere kir.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD’ê bi daxuyaniyeke nivîskî nasnameya 7 şervanên di encama bersivdayîna êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li dijî Serêkaniyê, Zirgan û Til Temirê yên di dîrokên cuda de şehîd bûbûn, eşkere kirin.
QSD’ê ev agahî da:"Hêzên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê êrîş û hedefkirina bajar û gundên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bêserûber bêyî cudabûna sivîl û leşkeran didomînin. Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk li gelek eniyan berxwedaneke bêhempa li dijî van êrîşan raber dikin. Di şerê bersivdanê de hejmara şervanên me şehîd bûn.
Em Hêzên Sûriyeya Demokratîk soz didin şehîdan û malbatên wan ku em ê bersiva dijminatiya Tirkiyê bidin ku herêmên me dike hedef."
Nasnameyên şehîdan wiha ne:
Nasnav: Xelîl
Nav û paşnav: Îbrahîm Etellah El-Xeyrî
Navê dayikê: Yazî
Navê bav: Etellah
Cih û dîroka şehadetê: Serêkaniyê 13‘ê Cotmeha 2019`an
***
Nasnav: Derwîş Garzan
Nav û paşnav: Fehmî Şerîf
Navê dayikê: Meryem
Navê bav: Şerîf
Cih û dîroka şehadetê: Gundewarê Zirganê- 31‘ê Cotmeha 2019`an
***
Nasnav: Îdan Hesekê
Nav û paşnav: Şibil El-Ehmed
Navê dayikê: Wedha
Navê bav: Hemîd
Cih û dîroka şehadetê: Serêkaniyê - 11‘ê Cotmeha 2019`an
***
Nasnav: Maysro Derdo
Nav û paşnav: Hemedullah Xelîl
Navê dayikê: Sultana
Navê bav: Xelîl
Cih û dîroka şehadetê: Serêkaniyê- 17‘ê Cotmeha 2019`an
***
Nasnav: Ronî Simko
Nav û paşnav: Emîr Rindî
Navê dayikê: Şadiya
Navê bav: Ebdurehman
Cih û dîroka şehadetê: Serêkaniyê- 17‘ê Cotmeha 2019`an
***
Nasnav: Kendal Jiyan
Nav û paşnav: Abdullah Nesan
Navê dayikê: Nûra
Navê bav: Ehmed
Cih û dîroka şehadetê: Serêkaniyê 11`ê Cotmeha 2019`an
***
Nasnav: Elîşêr
Nav û paşnav: Mûsa El-Xidir
Navê dayikê: Zehra
Navê bav: Xidir
Cih û dîroka şehadetê: Til Temir- 1`ê Mijdara 2019`an