Muslim: Şerê nû wê bandorê li vir jî bike

Salih Muslum anî ziman, rewşa navbera Ûkrayna û Rûsyayê, çawa ku bandorê li siyaseta tevahiya cîhanê dike, wê bandorê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî bike û got, "Ji bo zêde bandorê li me neke em tedbîrên xwe digirin."

Endamê Konseya Hevserokatiyê ya PYD'ê Salih Muslim bersiv da pirsên ANF'ê.

Li Sûriyeyê 11 sal in şer û krîzek heye. Hûn êrişkariya dewleta Tirk û dijberiya li Kurdan çawa pênase dikin?

Rojava qadeke germ e. Ji 12'ê Adara 2004'an û vir ve qadeke şer û rageşiyê ye. Em bi rejîma Sûriyeyê re hem jî bi destpêkirina bûyerê li Sûriyeyê re ji sala 2011'an ve em ketine nava pêvajoyeke nû. Weke gelê Kurd projeya me firsendek peyda kir. Ji aliyekî ve rejîm, li aliyê din jî faşîzma Tirk, Îran û yên din nikarin xwe li projeya me rabigirin. Yê ku serkêşiyê ji êriş û dijminatiya li Kurdan dike, dewleta Tirk e. Ev rewş ji xwe êdî li pêş çavan e û zelal e. Rêveberiya Rojava bi ku ve biçe dewleta Tirk an jî ajanên wê li wir in. Ev xet û hewldana dewleta Tirk ji sala 1923'an û vir ve neguheriye. Rabûna li ber vê yekê, şerê li dijî vê ne karekî hêsan e, em ji bo vê hewl didin. Tirkiye jî di vê mijarê de wê neçar bimîne ku rêyekê hilbijêre. Ev krîz pir alî ya ku vê dawiyê qewimî, ji ber vî şerî ye. 7 sal in bi rê û rêbazên cuda tê meşandin.

Çima çareseriyek peyda nabe, ya ku çareseriyê asteng dike çi ye?

Muxatabê me rejîma Sûriyeyê ye, lê belê aştî tenê bi daxwaza me nabe, aliyê din jî divê jiyaneke aştiyane bixwaze. Tenê hewldanên me têrê nake. Rewşa li Rojava niha bi vî rengî ye, pêvajo dewam dike. Rewşa ku di navbera Ûkrayna û Rûsyayê de diqewime, çawa ku bandorê li siyaseta tevahiya cîhanê dike wê bandorê li me jî bike. Ji bo bandoreke zêde li me neke em gelê xwe û xwe bi rêxistin dikin. Eger êrişek bibe em ê teqez xwe biparêzin. Divê ev rastî neyê jibîrkirin; çareseriyek li Sûriyeyê tenê ji gelên Sûriyeyê re nehatiye hiştin, hêzên cuda jî di nava kar de ne. Hêzên cuda dema ku li deverên din şerê hev dikin nabe ku li vir li hev bikin, lewma wê li vê derê jî teqez hin tişt bibin. Em tedbîrên xwe digirin.

Di çarçoveya Forûma Dîplomasiyê ya Antalyayê de di navbera hikumeta Tirk û PDK'ê de hin hevdîtin çêbûn. Heman piştî hevdîtinan PDK'ê hêzên xwe yên leşkerî bir herêma Heftanînê. Di pêvajoyeke wiha de hûn nêzîkatiya PDK'ê çawa dinirxînin?

Em vê veguhastina leşkerî gelekî xetere dibînin, divê nebe û bang li gel dikin ku hay ji rewşê hebe. Eger gel bi rê û rêbazên demokratîk li ber vê yekê rabe û hewl bide asteng bike wê gelekî baş bibe. Ji ber ku gerîlayên li wê derê zarokên tevahiya Kurdistanê ne.

Plan hene ku sîstema federal bixin metirsiyê, sîstemê hilweşînin. Tirkiye li wê derê hêza dagirker e; zêdeyî 50 biryargehên xwe yên leşkerî hene, li dijî hebûna Kurdan planên xwe hene; xwe li gorî vê yekê bi cih dike û dikeve pozîsyonê. Lîstikek li wê derê wê zerareke mezin bide Kurdan hemûyan.

Forûma Dîplomasiyê ya li Antalyayê jî parçeyek ji dek û dolabê ye. Vexwendina hêzên başûrî ji bo wê derê, cihgirtina wan di heman wêneyî de parçeyek ji vê yekê ye.

Li Kurdistanê bi taybetî jî li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê aştiyeke mayinde çawa dikare pêk were?

Bêyî Tevgera Azadiyê û Rêber Abdullah Ocalan çareserî nabe. Meseleya Rêber Abdullah Ocalan gelekî girîng e, divê li ser vê bê rawestîn. Destpêkê divê rewşa Rêber Ocalan bê nirxandin. Ne tenê ji bo faşîzma dewleta Tirk dibêjim, hin hêz hene ku wî li wir radigirin, ev hêz jî dibê êdî li ser bifikirin. Hêzên ku Rêber Abdullah Ocalan li wir dîl digirin, eger dixwazin pirsgirêka Rojhilata Navîn bê çareserkirin divê zanibin ku pêwîste ji Rêber Abdullah Ocalan dest pê bikin. Hêvîdar im ev Newroz wê bibe destpêk.

Em di pêvajoyeke gelekî hesas û nazik de ne. Li tevahiya cîhanê û derdora me agirekî mezin heye. Em di kîjan astê de bibin yek em ê di wê astê de jî kêm bixisirin.