MSD'ê ji bo ‘Efrînê’ daxuyanî da

Meclîsa Sûriyeyê ya Demokratîk (MSD) di salvegera dagirkirina Efrînê de daxuyanî da.

Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) bi boneya salvegera 4’emîn a dagirkirina Efrînê bi destê dewleta Tirk û çeteyên wê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniya MSD`ê de ev hate gotin: "Piştî berxwedana 58 rojan ku gelê Efrîn, YPJ, YPG û Hêzên Parastina Civakî berxwedaneke qehremane nîşan dan, 20’ê Çileya 2018`an dewleta Tirk û çeteyên wê ku piraniya wan ji rêxistinên terorîst ên ji 50 dewletan hatibûn, dagir kir.

Di encama êrişên dewleta Tirk de piraniya gelê Efrînê ji warên xwe derketin, her wiha di encama dagirkirinê de demgrafiya Efrîn û şaristaniya wê hate guhartin û kareset pêk hat.

Li hemberî vê yekê civata navneteweyî bêdeng ma, piraniya welatan piştgiriya dewleta Tirk kir û gelê Efrînê û Sûriyeyê xapandin. Tenê bi çend daxuyaniyan kiryarên dagirkeran şermezar kirin. Ev jî isbat dike ku destên wan di dagirkirina Efrînê de heye.

Li aliyekî em banga rakirina dagirkirina dewleta Tirk ji Efrînê re dikin û li aliyekî din jî em dibêjin, doza rizgarkirina vî bajarî ji karên me yên sereke ye ji ber ku ji Efrînê serweriya Sûriyeyê vedigere. Her wiha em bang li NY’yê dikin ku li hemberî vegera niştecihên Efrînê li warên xwe û rakirina hemû siyasetên guhartina demografiyê bi erka xwe rabe û garantiya vegera welatiyan bide. Di heman demê têkildarî sûcên dewleta Tirk û çeteyên wê komîteyan ava bike û dest bi lêpirsînê bike.”