MLKP/Rojava: Li dora YBŞ'ê bibin yek

MLKP/Rojava got, li Şengalê li dijî DAÎŞ'ê, Erdogan û PDK’ê berxwedan hatiye kirin, şehîd bibîr anîn û bang li civaka Êzîdî kir ku hêzên xweparastinê biparêzin.

Rêxistina MLKP/Rojava têkildarî salvegera qirkirina Şengalê daxuyaniyeke nivîskî da. Di daxuyaniyê de şehîd hatin bibîranîn û hate gotin, ‘’Em bang li civaka xwe ya Êzîdî dikin ku rêxistiniya xwe ya xwerêveberiyê bikin, li dora YBŞ’ê bibin yek, li djî komkujî û îxanetê berxwedanê geş bikin.’’

MLKP/Rojava got çeteyên DAÎŞ’ê yên bi paşmêriya AKP’ê bi sedan Êzîdî kuştin, bi hezaran êsîr kirin û PDK jî tenê bûye temaşevan.

‘BERXWEDANA PLANA QIRKIRINÊ PÛÇ KIR’

Di daxuyaniyê de hate gotin AKP’ê û hêzên paşverû yên herêmê bi çeteyên DAÎŞ’ê xwestine ku civaka Êzîdî bi temamî ji holê rakin, qira Êzîdiyan bînin, ku ne ji gerîlayên HPG’ê bûne, ku koridor li Rojava vekirin û gel gihandin qadên ewle û ne ji hêzên YPG-YPJ û MLKP’ê bûne wê ev armanca xwe pêk bianîna.

‘LI DIJÎ ERDOGAN Û PDK’Ê JÎ BÛ EV BERXWEDAN’

Di daxuyaniyê de hate gotin Erdogan ê dîktator piştî şikestina çeteyan ev pê nexweş hatiye, bi balafiran Şengal bombe kiriye û got, ‘’Piştî dagirkirinê civaka me ya Êzîdî ku yekîneyên berxwedanê ava kirin tenê li dijî çeteyên DAÎŞ’ê tênekoşîn. Ev têkoşîn her wiha li dijî xeta PDK’ê ya îxanet û hevkariyê jî bûye.’’

‘HÊZÊN XWEPARASTINÊ DIKARE PÊŞÎ LI KOMKUJIYÊN NÛ BIGIRE’

MLKP/Rojava herî dawî got civaka Êzîdî ku hêzên xweparastinê biparêze dikare pêşî li komkujiyên nû bigire û bi avakirina xwerêveberiyê dikare derxîne holê ku ev qas êş ne beleheq hatine jiyîn.