MKP Rojava derbarê Namaz daxuyanî da
MKP’ê derbarê nûnerê wan ê li Rojava Baran Serhat (Bayram Namaz) daxuyanî da. MLKP’ê got ku “Ji Kobanê heta Reqayê, ji Minbîcê heta Efrînê li her eniyê şer kir.”
MKP’ê derbarê nûnerê wan ê li Rojava Baran Serhat (Bayram Namaz) daxuyanî da. MLKP’ê got ku “Ji Kobanê heta Reqayê, ji Minbîcê heta Efrînê li her eniyê şer kir.”
MKP-Rojava derbarê qetilkirina nûnerê MLKP Rojava îro daxuyaniyeke fermî da.
Di daxuyaniyê de ev tişt hatin diyarkirin.
“Rêhevalê me Bayram Namaz (Baran Serhat) di 23’ê Adara 2019’an de li Rojava bi sûîkastê hate qetilkirin.
Rêhevalê me Baran Serhat li eniyên pêş ên MLKP’ê bi qehremanî şer kir. Soza me ya ji bo wî şoreş û sosyalîzm e.
Faşîzma AKP û MHP’ê qetlîamên xwe bênavber didomîne. Em jî li dijî faşîzmê li girtîgehan, li fabrîkeyan û li her qadê li ber xwe didin. Têkoşîna rêheval Baran Serhat rêya me ronî dike. Em ê jî li ser vê ya şehîdan bênavber bimeşin û em ê alaya wan li ba bikin.
Rêheval Baran Serhart di avakirina HBDH’ê û Tabûra Azadiyê ya Enternasyonalîst de keda wî heye û ji bo pratîka gotin û çalakiyê têkoşiya. Ji Kobanê heta Reqayê, ji Minbîcê heta Efrînê bi baweriya şoreş û sosyalîzm şer kir.
Divê were zanîn ku wê hesabê rêheval Baran Serhat were pirsîn.
Divê were zanîn ku wê hêrs û bîra me, faşîzmê tune bike.”