Mistefa yê YNK'î: Nîşandana Mexmûrê ya kampeke leşkerî derew e

Mistefa: Mixabin min li hin ragihandinan bihîst ku pir tund diaxivîn ango welatiyên Wargeha Şehîd Rustem Cûdî biryargeha wan a leşkerî heye û perwerdeyên leşkerî dibînin; baş e kerem bike were û wêneyekî nîşan bide ku wê yekê piştrast bike.

Endamê Beşa Elaqetan a Malbenda Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) ya navçeya Mexmûrê Gazî Feysel derbarê dagirkeriya dewleta Tirk a li ser Başûrê Kurdistanê, metirsiya li ser herêmê bi taybetî ya li ser herêma Mexmûrê, êrîşên dewleta Tirk ya li ser Wargeha Şehîd RustemCûdî (Mexmûr) û metirsiya DAÎŞ’ê ya li navçeyê ji ajansa me re axivî.

Feysel di destpêka axaftina xwe de bal kêşand li ser dagirkeriya dewleta Tirk a li ser xaka Başûrê Kurdistanê û got, “Kurd di dîrokê de her tim bi dagirkeriyê re rû bi rû mane û li hemberî wê jî her tim xwe parastin ji bo xwe bingeh girtiye. Ji bo mijara dagirkeriyê mixabin dewleta Tirk îro gelek hêzên xwe li herêmên Çoman, Sîdekan hwd heye. Hem  YNK’ê hem jî bi rengê welatiyekî herêma Mexmûrê em bi fikar in ji ber wan hêzên biyanî yên li Herêma kurdistanê. Partiya me nerazîbûna xwe nîşan da, em şirîk in di pêkhateya Hikumeta Herêma Kurdistanê û nûnerên me yên parlementoyê rexne kirine û nerazî bûne. Hêzên dewleta Tirk hatine Herêma Kurdistanê û em nizanin bê ka bi şeklê yasayî hatine yan na, ji bo wê divê hikumeta Herêma Kurdistanê daxuyaniyekê li ser wê dagirkeriya dewleta Tirk bide. Her wiha em naxwazin ku herêma Kurdistanê bibe meydana gengeşe û nakokiyan û pêwîste em wana bi rêyên siyasî û gotûbêjê çareser bikîn. Lê eger ku wana hema wisa bi serê xwe hêz anîne, her çar perçeyên Kurdistanê û bi taybetî wek kadroyên YNK’ê em ti carî dagirkeriyê qebûl nakîn. Ti carî alîgirê şer û provakasyonê nînin. Weke partiyekê em gelekî bi fikar bûne û me berdêlê wê jî daye. Em naxwazîn ku dewleta Tirk yan jî dewletekî din hêz bîne herêma Kurdistanê, xaka me dagir bike, zextê li ser me bike, gelê me şehîd bike. bi rastî jî em ji wê rewşê nerazî û bi fikar in.”

'NABE KU EM ŞERÊ HEVÛDU BIKÎN'

Gazî Mistefa di dewam axaftinên xwe de îşare bi veguhastina hêzên çekdar ya li ser sînor kir û got,“Me bihîst ku qaşo Wezareta Pêşmerge hêz weguhestine ser sînorê Başûrê Kurdistanê. Bi rastî jî eger em bi rengekî netirs bi axivîn li şûna weguhestinekî wiha a hêz, bila bên û hêz bînin çiyayê Qereçoxê û wê DAÎŞ’ê ji xaka me bi avêjin. Bila neçin û hêz veneguhezînin, bêjî ew PKK ye û bi xwesteka dijminan em di nava xwe de agirê birakujî vênexin. Ji ber ku me şerê birakujî ceriband û me zirarekî mezin jî dît, her wiha kete nav çarçoveya îxanetê jî. Nabe ku em şerê hevûdu bikîn, ew şerê PKK bike, ew şerê YNK yan jî PDK bike. Ya baş ew e ku rêveberên me di nava xwe de ango li gorî yasayên hikumetê pêwîste lez bikin û pêşî li wê yekê bigrin, dibe ku tiştên niha behs dikim pir kevin jî bin lê ji ber berdewama pirsgirêkê ye lewma behs dikim. Divê bi taybetî parlementerên bi rêz xwedî helwest bin. Em ne tenê ji mijara mûçe û rewşa debarî aciz in, ji berku hikumet her roja ku diçe binketî dibe ango binketiye. Mijara ewlekariya welatiyan pir girînge. Tu hikumetek bî û nekaribî ewlekariya welatiyan biparêzî.”

'WERIN WÊNEYEK TENÊ NÎŞAN BIDIN KU KAPEKE LEŞKERÎ YE'

Mistefa destnîşan kir ku di dema şerê li dijî DAÎŞ’ê de hemû partiyên Kurdistanê û PKK jî di nav de bi hevre li dijî DAÎŞ’ê şer kirin û got: “Hêzên me, hêzên PKK’ê, yên PDK’ê û hemû partiyên din me bi hevre li dijî DAÎŞ’ê şer dikir. Nabe ku partiyek hikumeta Herêma Kurdistanê bi kar bîne û çavê xwe li çeteyê DAÎŞ’ê bigre û bêjin belê ew welatiyên wargehê ne. Mixabin min li hin ragihandinan bihîst ku pir tund diaxivîn ango welatiyên wargeha Şehîd Rustem Cûdî biryargeha wan a leşkerî heye û perwerdeyên leşkerî dibînin; baş e kerem bike were û wêneyekî nîşan bide ku wê yekê piştrast bike. Em bi xwe cîranê hevin jî lê tiştekî wiha nedîtiye. Divê welatiyên Başûrê Kurdistanê bizanin ku DAÎŞ li ser mirovatî û hemû cîhanê metirsiye. Hevalên PKK’ê metirsî nînin, yên PDK û YNK’ê metirsî nînin, yên metirsîdare DAÎŞ e. Lê ew metirsiya ku me li gorî daxwaza dagirkeran çêkiriye, wate yek biçe hevkariya dewletekî din bike û yekî din jî biçe bi dewletekî din re be, bi rastî jî divê rewşa wargehê li berçavan bê girtin.

'HEMÛ CİWANÊN KURD Û MİROVEKÎ KURDPERWER DİJÎ DAGİRKERİYÊ NE'

Mistefa herî dawî wiha got: ‘’Kurd li dijî dagirkeriyê ne û bi dagirkeran re nîne ango her welatekî dagiker mîna dewleta Tirk ku hêz tîne ser sînor, ser çiyayên Başûr û nava Herêma Kurdistanê û bombe li wargehê bibarîne. Hemû ciwanên Kurd û mirovekî Kurdperwer dijî dagirkeriyê ne. Em ne razî ne û bi fikar in. Em hez dikîn ku dewleta Tirk hêzên xwe paş ve bikişîne û pirsgirêka Kurd bi rêya aştiyane, diyalog û biratî çareser bike. ew yek karê hemû rêveberên partiyên me ne. Em  kadro erkê me ew e ku peyama gel ragihînin, gelê me daxwaz dike ku bi aşitî û biratî bijîn. Ya ku niha divê weke dijminê xwe bizanîn DAÎŞ e. Ne tenê dijminê me ber ku dijminê hemû mirovatiyê ye. Me bi fermî îlan kiriye ku em li dijî DAÎŞ’ê şer dikin, hin alî di wê mijarê de xwe nadin pêş, ez ji wan wê yekê dipirsim lê heta niha negihîştme bersiva xwe.”