Meclîsa Leşkerî ya Sûriyanî li ser êrîşên dewleta Tirk a li Xabûrê agahî da

Fermandariya Giştî ya Meclîsa Leşkerî ya Suryanî têkildarî êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê ya li peravên Çemê Xabûr daxuyaniyek nivîskî weşand.

Fermandariya Giştî ya Meclîsa Leşkerî ya Suryan ragihand ku êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê bê navber dewam dikin û diyar kir li gundê Rihaniyê şer di navbera hêzên wan û artêşa Tirk û çeteyên wê de derketiye, di vî şerî de şervanekî wan şehîd bûye û 3 jî dîl ketine deste çeteyan.

Fermandariyê ev agahî parve kir:

“Êrîş û şer li devera rojhilat û başûrê Serêkaniyê gur dibin, her wiha li herêma Xabûrê jî bi taybet ku êrîş bêtir li xeta gundên Mehmûdî û Rihaniyê ne û li gel vê jî balafirên dewleta Tirk a dagirker ranawestin û hêzên me li herêman çalakiyan dikin. Her wiha top û hemû cûreyên çekên giran di êrîşên xwe da bi kar tînin. Êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê tevî ragihandina agirbestê, berdewam in û agirbestê binpê dikin.

Meclîsa Leşkerî ya Suryanî û ji bo parastina herêmê li dijî êrîşên Tirkiyeyê, tevlî çalakiyên leşkerî bûye û li xeta herêma Xabûrê ji 3'ê Mijdarê ve cihê xwe girtiye. Hîna jî hêzên me jî bo parastinê li eniyên Xabûrê ne û di rewşa parastinê da ne.

Di van şeran da komek ji şervanên me yên li gundê Rihaniyê bicih bûne, artêşa Tirk û çeteyên wê êrîşî birin ser ser hêzên me û di vî şer de şervanekî me şehîd bû û 3 jî dîl ketine deste çeteyan. Di demek nêzîk de em ê nasnameyên wan bi raya giştî re parve bikin.

Em bang li civaka navnetewî dikin û bi taybet Emerîk û Rûsyayê ku zextê li ser Tirkiyeyê bikin ku girêdayî peymanan bibe da ku êrîşa xwe ya leşkerî rawestîne. Dîsa em soza xwe ji bo parastina ax, gelê xwe û hebûna Suryanî Asûrî li herêma Xabûrê û tevahiya Sûriyeyê nû dikin.”