Li Efrînê sûcên şer: Sivîl ji bo fîdyeyê tên revandin

MÎT'a Tirkiyê bi hevkariya çeteyên xwe yên li kantona Efrînê Kurdan direvîne.

Çavkaniyên diyar kir ku îstixbarata Tirkiyê bi hevkariya polîsên leşkerî, polîsên sivîl û çeteyên 'Artêşa Niştimanî ya Sûriyê' yên girêdayî Tirkiyê yixtiyar, zarok û jinên li nav bajarê Efrînê direvînin û digirin.

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê-Sûriyê bi bîr xist ku 30’yê Hezîrana borî çeteyan saet 5’ê sibê girtin ser gundê Dargirê yê navçeya Mabata ya bajarê Efrînê û 6 sivîlên li gund revandin. Navên sivîlan ev e; Cemal Umer Elîko(28), Sebrî Ehmed Mihemed(40), Mihyedîn Elîko(55) û dayika wî Fîdan, Ebdo Mihemed Abdullah(35) û dayika wî Fatîme, Îmad Qadir Hisên(35) û dayika wî Emîna. Heta niha tenê nasnameya 6 kesan hatiye naskirin.

Rêxistinê destnîşan kir ku çeteyan, Cemal Umer Elîko, Îmad Qadir Hisên, Ebdo Mihemed Abdullah piştî malbatên wan fidya dan, duh hatin berdan, lê sivîlên din hîn jî li cem polîsên leşkerî û îstixbarata Tirkiyê ne.

Dawiya Nîsana 2020`an polîsên leşkerî yên artêşa Tirk bi hevkariya îstixbarata Tirkiyê pîrejinên Kurd revandin, ji wan Henîfe Ico(70), Nebîha Cewdet(70), Kerîma hevsera Mihemed Seydo(60), Cinet Mistefa(50), Fatima Mamo(50), Fehîma hevsera Mehmûd Ehmed Hebeş(45).

Piştî 3 rojan malbatên jinan 400 lîreya Tirkiyê dan û jin serbest hatin berdan, lê li dijî hin pîrejinên din jî hikum birîn û malbatên wan neçar kirin ku 200 lîreya Tirkiyê bidin.