Li Til Temirê çeteyên dewleta Tirk bi hev ketin
Li rojavayê Til Temirê çeteyên dewleta Tirk bi hev ketin û êrîşî hev kirin. Di navbera çeteyan de şerekî giran heye.
Li rojavayê Til Temirê çeteyên dewleta Tirk bi hev ketin û êrîşî hev kirin. Di navbera çeteyan de şerekî giran heye.
Li gundên Dawudiyê û Erîşyê Til Temir a ku di bin dagirkeriya dewleta Tirk de ye, komên çeteyan bi hev ketin.
Hate diyarkirin ku çeteyên Sultan Mûrad û Furqet El Hemzat ên girêdayî dewleta Tirk bi hev ketine. Hate diyarkirin şerê di navbera çeteyan de bi çekên giran didome.