Li Sûriyeyê di êrîşên DAÎŞ'ê de 41 kes hatin kuştin

Li Sûriyeyê, çeteyên DAÎŞ'ê roja Yekşemê êrîş birin ser şivanan û kesên ku kuvark kom dikirin. Di encamê de 41 kes hatin kuştin ku 24 ji wan sivîl in. Her wiha 250 mihî jî hatin qetilkirin.

Saziya Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku çeteyên DAÎŞ'ê il rojhilatê Hamayê 36 kes li çolê qetil kirin, ku wan kesan kuvark kom dikirin. Li gorî saziyê ji kesên hatin qetilkirin 17 jê milîsên alîgirê hikumeta Şamê bûn. Li gorî ajansa Sana'yê ya ser bi hikumetê ve, 26 kes hatin kuştin.

Saziya çavdêriya mafên mirovan her wiha ragihand ku li herêma Dêrazorê, kesên çekdar ên ser bi DAÎŞ'ê ve 5 şivan qetil kirin. Ajansa nûçeyan a Sanayê jî diyar kir ku çeteyên DAÎŞ'ê destpêkê 5 kes qetil kirin û piştre gule berdan heywanan û 250 mihî qetil kirin.

Li heman wîlayetê du cesedên sivîlan hatin dîtin. Saziya çavdêriya mafên mirovan ragihand ku ev kes beriya çend rojan dema kuvark kom dikirin ji aliyê çeteyên DAÎŞ'ê ve hatin kuştin.

Ji destpêka meha Sibatê û vir ve hejmara kesên ku di dema komkirina kuvarkan de hatin kuştin 250 kes derbas kir. Piraniya wan jî sivîl in.

Kuvarka binerdê ya li çola Sûriyeyê yek ji cûreyên herî baş ên kuvarkan ên li cîhanê têne dîtin. Bi giranî di navbera mehên Sibatê û Nîsanê de têne komkirin û bi buhayekî zêde têne firotin. Komkirina kuvarkan ji bo xelkê li herêmê weke çavkaniyeke debarê tê dîtin. Kîloyek kuvark li gorî mezinahî û kalîteya wê ji 5 heta 25 dolarî tê firotin. Li Sûriyeyê mûçeyê mehane derdora 18 dolarî ye.