Li Rojava çalakiya 'Hefteya Nemiran'
DKP/BOG'ê di çarçoveya 9-16'ê Gulanê ‘Hefteya Nemiran’ de şoreşgerên Komunar ên Rojava bi bîr anî.
DKP/BOG'ê di çarçoveya 9-16'ê Gulanê ‘Hefteya Nemiran’ de şoreşgerên Komunar ên Rojava bi bîr anî.
Li gorî daxuyaniya DKP/BOG'ê, di çalakiyê de ji nemirên destpêkê yê li Rojava Komunarê nemir Bedrettîn Akdenîz heta Çaglar Demîroz, ji Orhan Yilmazkaya heta yek ji pêşengên tevgera şoreşger a Tirkiyeyê Ûlaş Bayraktaroglû, hatin bîranîn.
Çalakiya bîranînê ku bi deqîqeyek rêzgirtin û axaftina vekirinê dest pê kir, sînevîzyon hate pêşandan.
Li ser navê DKP/BOG’ê Azîz Efe axaftinek kir û got, “Rêberê me Ûlaş Bayraktaroglû wê her tim di rêya şoreş û sosyalîzmê de bibe rênîşanderê me. Xwedîderketina Ûlaş Bayraktaroglû (Mehmet Kurnaz) bi îdealên me yên şoreşgerî ve girêdayî ye.”
Efe got, "Di 9'ê Gulana 2017'an de rêberê me Ûlaş Bayraktaroglû dema li eniyên şer li dijî faşîzmê şer dikir, tevlî nav karwanê nemiran bû."
Efe wiha dewam kir: “Rewşa faşîzma AKP-MHP’ê û siyaseta heyî ya li Tirkiyeyê, nîşan dide ku divê bi têkoşînek mezin dijderketin çêbibe. Em ê vê rûmeta mezin a azadiya gelan, azadiya kedê û têkbirina faşîzmê bi dest bixin. Em hemû soz didin, careke din diyar dikin ku hebûna Komunarên nemir têra xwe xurt e ku vê dinyayê biguherîne. Sekna bi biryar a Fermandarê me yê Giştî hevrê Mehmet wê di wezîfeyên şoreşgerî yên divê em îro hîn bêhtir bi cih bînin de diyarker be. Em ê jî mîna wî her li ber xwe bidin, em ê jî mîna wî têbikoşin."
Şervanên DKP/BOG'ê yên ku piştî vê axaftinê, mafê axaftinê girtin, hem behsa bîranînên xwe yên bi şoreşgerên komunar ên nemir re kirin, hem jî wateya şoreşgerî û şikandina şoreşgerî ya di siyaseta heyî de anîn ziman.
Bîranîn piştî sondxwarina ji bo şoreşgerên nemir bi dawî bû.