Li Reqayê Newroz hate pîrozkirin

Li bajarê Reqayê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî agirê Newrozê hate vêxistin û Newroz hate pîrozkirin.

Hevserokên Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Bêrîvan Xalid û Ebid Hamid El-Mihbaş li qadê Newroz li tevahiya gelê Sûriyeyê û li  gelê Kurd pîroz kir.

Hevserokan diyar kir ku Newroz sembola rizgarkirina ji zilm û zordariyê ye û bang li gelê Sûriyeyê û yê şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kirin ku bi Kurdan re cejna Newrozê pîroz bikin.

Her wiha beşdaran agirê Newrozê vêxist û li dora agir govend gerandin.