Li Qamişloyê operasyona tîryakê

Hêzên Ewlekariya Hundirîn li bajarê Qamişloyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li hemberî bazirganiya tîryakê operasyonûnek li dar xist. Hat ragihandin ku bazirganek hat girtin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniya Hêzên Ewlekariya Hundirîn têkildarî girtina bikarhêner û bazirganekî tîryakê li Qamişloyê daxuyaniyek da.

Daxuyanî wiha ye:

"25′ê Îlonê hêzên me yên dijî madeyên hişbirê kesekî ku di mala xwe de tîryak çandibû destgîr kir.

Piştî ku ji hêzên li dijî Madeyên Tîryakê agahî hatin piştrastkirin ku kesekî li taxeke bajêr di mala xwe de bi armanca bikaranîn û belavkirina tîryakê şitlên heşîşê çandine, endamên dijî madeyên Madeyên Tîryakê yekser lêkolîn û lêgerîn kirin û piştî ku guman bi kesekî kirin û şopandina wî kirin û destwerdana wî piştrast kirin, hêzên me avêtin ser mala wî û ew destgîr kirin, di serdegirtinê de ev tişt hat dîtin:

- Du şitlên heşîşê ku di malê de hatine çandin

- Damanceyek 7/mm a guhertî ku bi kar nayê

Her wiha hêzên me bang li hemwelatiyan dike ku ji bo rakirina vê nexwaşiyê û paqijkirina civaka me ji xetereya wê, bi lez û bez bikarhênerên tîryakê û bazirganên wê ji me re ragihînin."