Li Mare û Efrînê 6 çeteyên dewleta Tirk hatin kuştin
Hêzên Rizgariya Efrînê ragihand ku di êrîşa şervanên wan ên li herêma Mare û Efrînê de 6 çeteyên dewleta Tirk a dagirker hatine kuştin.
Hêzên Rizgariya Efrînê ragihand ku di êrîşa şervanên wan ên li herêma Mare û Efrînê de 6 çeteyên dewleta Tirk a dagirker hatine kuştin.
Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) têkildarî çalakiyên hêzên wan ên li dijî leşkerên dewleta Tirk û çeteyên wê daxuyaniyeke nivîskî da. HRE’yê ragihand ku di çalakiyên li Mare û Efrînê de 6 çeteyên dewleta Tirk hatine kuştin.
HRE’yê di daxuyaniyê de got; “Çalakiyên şervanên me yên ku li herêma Efrîn û derdora wê yên li dijî leşker û komên çeteyên dewleta Tirk a dagirker didomin. Di çarçoveya çalakiyan de;
Roja 21’ê Adarê şervanên me li taxa Eşrefiyê ya navenda Efrînê dema ku komek çeteyên Feylaq El Şam kom dibin çalakiya sabotajê li dar xistin. Di encama çalakiyê de çeteyek hat kuştin û 4 çete jî birîndar bûn.
Roja 22’ê Adarê şervanên me çeteyekî girêdayî dewleta Tirk a dagirker ya li gundê Til Malid a bi ser Mare de kir hedef. Di encama çalakiya sekvaniyê de ev çete hat kuştin.
Roja 23’ê Adarê şervanên me li dijî baregehek koma çete ya bi navê Firqet El Hemzat ku li gundê Kîmarê ya navçeya Şêrawa de çalakiyek bi bandor lidar xistin. Di vê çalakiyê de 4 çete hatin kuştin û 2 çeteyên bi navê Xalid Elûş û Samî El Şamî jî birîndar bûn.
Di encama 3 çalakiyên şervanên me yên ku li dijî komên çeteyan hatin lidar xistin de 6 çete hatin kuştin û 6 çete jî birîndar bûn.”