Li Kobanê darbeya AKP/MHP bi meşekê hat şermezarkirin

Jinan li Kobanê betalkirina wekîltiya wekîlên Partiya Demokratîk a Gelan HDP Leyla Guven û Mûsa Farîsogullari û destgîrkirina wan bi meşekê şermezar kirin.

Li Kobanê bi pêşengtiya Kongreya Star jin hatin cem hev û betalkirina wekîltiya wekîlên HDP Leyla Guven û Mûsa Farîsogullari û destgîrkirina wan a ji aliyê desthilatdariya faşîst a AKP’ê şermezar kirin. Jin ku li Meydana Jina Azad hatibûn cem hev bi pankarta ku li ser hatibû nivîsandin “Em ê Leyla Guven bidomînin, em ê Rêber Apo azad bikin” û bi posterên wekîlan dest bi meşê kirin.

Piştî meşê ku tê de bi berdewamî dirûşmên “Jin, Jiyan, Azadî” dihat berzkirin li Meyda Şehîd Egîd mîtîng hate çêkirin. Di mîtîngê de Endama Koordînasyona Kongreya Star Rewşen Hacîm da zanîn ku dewleta Tirk li hemberî Kurdan polîtîkayên faşîstî xistiye meriyetê.

Li ser navê Rêveberiya Herêma Xweser a Firatê Nesrîn Kenan jî diyar kir ku dewleta Tirk di armanckirina têkoşîna jin û vîna gelê Kurd de berdewam e. Nesrîn Kenan ku diyar kir ew ê heta dawiyê piştgiriyê bidin Leyla Guven.

Mîtîng bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.