Li Kampa Holê 5 çeteyên DAÎŞ’ê û 6 gumanbarên din hatin destgîrkirin
Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand ku di operasyona Kampa Holê de 5 çeteyên DAÎŞ'ê û 6 kesên din ên gumanbar hatine destgîrkirin.
Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand ku di operasyona Kampa Holê de 5 çeteyên DAÎŞ'ê û 6 kesên din ên gumanbar hatine destgîrkirin.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyeke got, "Piştî ku hêzên me agahî li ser cihên hin çeteyên şaneyên veşartî yên ê li kampa Holê wergirtin, hêzên me îro saet di 04:00 berbangê de li beşa yekemîn a kampê operasyona serdegirtinê pêk anîn."
Di dewama daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin:
"Hêzên me 11 kes girtin ku 5 ji wan çeteyên şaneyên DAÎŞ'ê ne. Lêpirsîna bi 6 kesên din ên mayî re berdewam dike ku guman heye girêdayî DAÎŞ'ê bin. Dema lêpirsîna bi wan kesan re bi dawî bibe wê yekser encam bêne parvekirin."