Li Idlibê aloziya ji ber dewriyeyê: Artêşa Tirk 2 kes kuştin

Artêşa Tirk a dagirker li Idlibê gule li çalakgerên protestoyî reşand, ku li ber dewriyeya li rêya M4 radibûn. Di encamê de 2 kes mirin.

Beriya dewriyeya Tirk-Rûs ku dihate plankirin îro li ser rêya Heleb-Lazkiye (M4) bê kirin, artêşa Tirk 2 kes li herêmê kuşt.

Li gorî agahiyan, artêşa Tirk beriya dewriyeya hevpar a li ser rêya M4 li herêma Neyrabê hewl da bendên li ser rê hatibûn danîn rake.

Çalakgerên li herêmê li ber rabûn ku artêşa Tirk bendan rake. Artêşa Tirk bi bombeyên gazê êriş bir ser çalakgeran. Çalakgeran jî bi keviran bersiv dan.

Leşkerên Tirk gule li çalakgeran û konên li herêmê reşandin û 2 kes kuştin.

Saziya Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku leşkerên Tirk 2 kesên ku nasnameya wan nehatiye tespîtkirin kuştine.

PEYMANA MOSKOWAYÊ

Piştî şerê navbera artêşa Tirk û artêşa Sûriyeyê yê meha Sibatê li Idlibê qewimî, Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan çûbû Moskowayê û ji Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn xwestibû ku agirbestê ragihîne.

Di 5'ê Adarê de peymana agirbestê hatibû îmzekirin. Biryarên ku di vê der barê de hatibû girtin wiha ne:

1- Li Idlibê ji 6'ê Adarê û pê ve karên leşkerî bên rawestandin.

2- Li herêma rêya navbera Heleb-Lazkiyeyê (M4) bi 6 kîlometreyan li bakur û bi 6 kîlometreyan jî li başûrê rê korîdor bê vekirin.

3- Li vê korîdora bê vekirin ji 15'ê Adarê û pê ve dewriyeyên Rûs-Tirk dest pê bikin.

ALOZIYA JI BER DEWRIYEYÊ

Lê belê Heyet Tehrîr El Şam ku El Nûsra serkêşiyê jê re dike û gelek komên din rê girtin û li ber dewriyeyê radibin.

Ji ber aloziya li herêmê dewleta Tirk çend roj berê hêzên xwe yên polîsan şandibû herêmê.

Heyet Tehrîr El Şam jî hêzên xwe yên çekdar li hemberî polîsên Tirk bi cih kiribû.