Li Hesekê ji bo şehîd Ednan Ebdî û Mecd Damin şîn hat danîn
Ji bo şehîd Ednan Ebdî û endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Mecd Damin li Hesekê şîn hat danîn.
Ji bo şehîd Ednan Ebdî û endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Mecd Damin li Hesekê şîn hat danîn.
Welatiyê bi navê Ednan Ebdî di êrîşa dewleta Tirk a dagirker a li mezreyên Mişêrfê Himê ya bakurê Hesekê de şehîd bibû, endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Mecd Damin jî di bombebarana dewleta Tirk a dagirker a dijî gundê Til Hebeş ê Amûdê de şehîd bibû.
Merasîma sersaxiyê ya herdu şehîdan li Qada Şehîdan a taxa Miftî ya bajarê Hesekê hat lidarxistin û bi sedan şêniyên bajêr, endamên saziyên sivîl û leşkerî beşdarê bûn.
Piştî rêzgirtinê, endama Rêveberiya Meclîsa Malbatên Şehîdan a Hesekê Zozan Gul axivî û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest. Zozanê di şexsê her du şehîdan de, tevahî şehîdên têkoşîna azadiyê bi bîr anîn. Gul diyar kir ku dewleta Tirk berpirsa rijandina xwîna zarokên wan û koçberkirina gelê wan e û bi wê yekê dixwaze projeyên xwe yên mêtingeriyê pêk bîne.
Gul, di dewama axaftina xwe de bal kişand ser êrişên ji 4`ê Cotmehê de dijî herêmê dewam dikin û bêhelwestiya rêxistinên mafên mirovan a li hember êrişan rexne kir.
Gul anî ziman ku ew ê li gorî pêdiviyên projeya demokratîk a li ser fikr û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê pêkanîn, xwe bi rêxistin bikin.
Yek ji fermandarên Meclîsa Leşkerî ya Hesekê Agirî Hesekê jî axivî û bal kişand ser dijberiya dewleta Tirk a dagirker li hember Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.
Agirî Hesekê bi van gotinan soza şopandina rêya şehîdan heta têkbirina dagirkeriyê û pêkanîna serkeftinê nû kir: “Bila dewleta Tirk bi hemû hêz û çekên xwe jî êrîş bike, dê nikaribe gelê me yê xwedî li felsefeya Rêbertî derketiye, têk bibe. Gelê me rêya berxwedanê hilbijartiye.”
Endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Îdrîs Oso jî anî ziman ku armanca êrîşên dewleta Tirk a dagirker, şikandina îradeya gelan e.
Merasîm bi dirûşmeya “Şehîd namirin” bi dawî bû.