Li Herêma Firatê ‘Komîteya agirkujiyê’ hate avakirin
Li Herêma Firatê ji bo pêşî li bûyerên şewata zeviyan bê girtin Desteya Xwecihî û Ekolojiyê ‘Komîteya agirkujiyê’ ava kir û banga parastinê li her kes kir.
Li Herêma Firatê ji bo pêşî li bûyerên şewata zeviyan bê girtin Desteya Xwecihî û Ekolojiyê ‘Komîteya agirkujiyê’ ava kir û banga parastinê li her kes kir.
Li Herêma Firatê weke her sal îsal jî genim, nîsk, ceh û kemyon hatin çandin û dema çinîna wan nêz bûne. Lê belê her sal beriya çinîna mûsimê dewleta Tirk a dagirker guleyan davêje nava zeviyan û dibe sedem ku agir bi mûsimê bikeve. Li dijî vê Desteya Xwecihî û Ekolojiyê ji bo tedbîr bên girtin di 9’ê Gulanê de li herêmê Komîteya agirkujiyê ava kir. Têkîldarê mijarê Hevserokê Komîteya Şaredariya Kantona Kobanê Hecî Ehmed ji ANF’ê re axivî.
’16 KOMÎTEYA AGIRKUJIYÊ HATIN AVAKIRIN’
Hecî Ehmed da zanîn ku, ji bo ewlehiya çandiniyê wan komîteyek ji 16 arkujiyan ava kirine û got, “Hemû alavên pêwîst ji bo rêgirtina li pêşiya şewata zeviyan hatiye dayîn. Ev tedbîrên tên girtin ne tenê ji bo çandiniya navenda bajêr di heman demê de li gund û navçeyan jî tên pêk anîn. Ev komîteya agirkujiyê ya hatiye avakirin bi taybetî li navçeyên weke Remalê, Qadirî, Çelebî, Qinê û heeta Kobanê belav bû.”
Ehmed diyar kir ku, ne tenê komîteya agirkujiyê hemû komîn û civak ji bo rewşa awerte hatiye agahdarkirin û got ku komîte û civak hemû amade ne bi şev û roj zeviyan kontrol bikin û rê li pêşiya şewatê mûsimê bigirin. Ehmed da xuyankirin ku cotkarên ku traktorê wan hene jî, ji bo mudaxeleyê dê piştgirî bidin.
Ehmed destnîşan kir ku, dewleta Tirk her sal agir bi zeviyên gel dixe û wiha got, “Dewleta Tirk her sal bi guleyên ku berdide nava zeviyan, agir bi zeviyên welatiyan dixe. Li aliyek derî tên girtin û ambargo datînin ser herêmê, li aliyê din êrîşê kedê civakê tê kirin. Ji her alî ve dixwazin gel bêzar bikin. Bi taybetî li gundên ser sînor ev yek pêk tê. Ji bo agirkujiyê me li her derî rewşa awarte ragihand îsal. Ji bo agahdarkirinê komek ê bi telefonê agahî bide, hatiye avakirin.”
Ehmed di dawiyê de jî bang li gelê herêmê kir ku bi komîteyê re bibin alîkar û ew jî nobedariyê li ber zeviyên xwe bigirin.