Li Herêma Cizîrê li gelek bajaran Helebce hate bîranîn

Li herêma Cizîrê ya Rojava li gelek bajaran bi wesîleya salvegera Qetlîama Helebceyê çalakiyên bîranînê hatin lidarxistin.

Îro salvegera 34’an komkujiya Helebceyê ye ku di encamê de 5 hezar Kurd li Başûrê Kurdistanê şehîd bûn û nêzî 10 hezar kes birîndar bûn.

Bi vê boneyê, li kantona Hesekê, Dirbêsiyê, Til Temir, Hol, Zirgan, Qamişlo û Amûdê ji aliyê meclisên navçeyan ve çalakiyên cuda hatin lidarxistin.

QAMIŞLO Û AMÛDÊ

Li Qamişlo û Amûdê jî têkildarî heman mijarê, daxuyanî hatin dayîn.

Endamê PYD`ê şaxê Qamişloyê Nizamedîn Hisên li pêşiya navenda partiyê ya li bajêr û endama PYD`ê şaxê Amûdê Hena Xalid li Qada Şehîd Cîhad daxuyanî xwend.

Bi dehan şênî, endamên saziyên sivîl tev li her du daxuyaniyan bûn.

Her wiha li Amûdê dikan jî hatin girtin.

Di her du daxuyaniyan de hat destnîşankirin ku siyaseta qirker a li dijî Kurdan a li Helebcyê di dîrokê de ya herî kirêt bû, lê Kurdan ji cîhanê re îspat kir ku mîna van sûcan bandor lê nake û dev ji doza xwe ya rewa bernadin.

HESEKÊ

Li Hesekê Meclisa Kampa Girê Spî ya koçberên herêma Serêkaniyê ya dagirkirî, daxuyaniyek da. Hevseroka meclisa kampê Fedîle Hisên daxuyanî li pêşiya navenda meclisê xwend.

Meclisê di daxuyaniyê de bang li civata navneteweyî kir ku 16’ê Adarê wekî roja têkoşîna li dijî çekên kîmyewî û qedexekirina wê bi nav bike.

Hisên her wiha bang li gelê Kurd kir ku dersan ji dîrokê bigire, yekitiya xwe ava bike da ku destkeftiyên xwe biparêze.

HOL

Li Holê jî Nivîsgeha Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) semînerek li dar xist. Di semînerê de endamê rêveber ê PYD`ê Idrîs Yunis têkildarî Komkujiya Helebceyê axivî.

Idrîs Yunis komkujiyên li dijî Kurdan ên li Başûr, Bakur û Rojavayê Kurdistanê bi destê hikumetên dagirkerên Kurdistanê bi bîr xistin û diyar kir ku heman aliyan komkujî li dijî Ermen û gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk anîn.

Her wiha destnîşan kir ku ji ber siyasetên dewletan û yên vîna gelên azadîxwaz red dikin, komkujî pêk tên.

DIRBÊSIYÊ Û ZIRGAN

Li Dirbêsiyê hevserokê meclisa navçeyê Rustem Bekir û li navçeya Zirganê endama meclisa navçeyê Rehef El-Qati daxuyanî xwend.

Di her du daxuyaniyan de hat diyarkirin ku hêzên kapîtalîst bi rêya parçekirina Kurdistanê hewl da Rojhilata Navîn bi giştî kontrol bikin, nasnameya dîrokî û şaristanî ya gelê Kurd tune bikin. 

Di her du daxuyaniyan de hat destnîşankirin ku gelê Kurd ji vêxistina çirûska azadiyê û Newrozê bi hezaran ciwan kirin qurbanî û li hember pergalên dîktator serî hilda.

TIL TEMIR

Li Til Temirê bi dehan şêniyên navçeyê, li pêşiya Saziya Malbatên Şehîdan a li navçeyê 5 deqîqeyan rêz girt.