Li Helebê mayina DAÎŞ'ê teqiya: 14 sivîl mirin

Li herêma Şêx Necar a Helebê mayina çeteyên DAÎŞ'ê teqiya. 14 sivîlan jiyana xwe ji dest dan. 

Li herêma Şêx Necar a Helebê, ji ber teqîna mayina çeteyên DAÎŞ'ê 14 sivîlan jiyana xwe ji dest dan. 

Sivîlên jiyana xwe ji dest dane: Elî Mihemed Şebo (65) û hevjîna wî Zelûxa (55), Elî Elî Şebo (30), Elya Mûstafa Şebo (25), Mûstafa Suleyman Terko (75), Hîvîn Elî Şebo (9), Oso Ednan, Fehîme Mustafa Bekir, Xezalê Ebûd Erbo, Nîdal Hemed, Elî Mihemed Hisên, Elîsara Oso Ednan.

Hate ragihandin ku kesên jiyana xwe ji dest dayî 3 jê ji gundê Îska, 3 ji gundê Berc Qas, 7 jê ji gundê Molana û 1 jî ji gundê Baslayê ye.

Cenazeyên kesên jiyana xwe ji dest dayî rakirin morga nexweşxaneya Helebê.