Li Helebê komploya 9’ê Cotmehê hate şermezarkirin
Komploya 9’ê Cotmehê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di salvegera 25’an de li Helebê bi tevlîbûna bi sedan kesî bi meşekê hate şermezarkirin.
Komploya 9’ê Cotmehê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di salvegera 25’an de li Helebê bi tevlîbûna bi sedan kesî bi meşekê hate şermezarkirin.
Bi sedan şênî, endamên saziyên sivîl û partiyên siyasî yên li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, li rojavayê taxa Şêxmeqsûdê ya bajarê Helebê kom bûn û li dijî komploya navneteweyî dest bi meşê kir.
Di meşê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pankertên bi nivîsên “Bi îrade û berxwedanê em ê komploya li dijî Rêber Apo têk bibin” û “Bimire komployên navneteweyî, îxaneta Barzaniyan, Bijî berxwedana Gerîla” hatin bilindkirin û dirûşmeyên “Bê Serok Jiyan Nabe” hatin berzkirin.
Meş li Qada Cebenat a li rojhilatê taxê rawestiya û li wir piştî rêzgirtinê axaftin hatin kirin.
Hevserokê Meclîsa Giştî ya Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Welat Mamo axivî û bal kişand ser berxwedana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li Îmraliyê û got: “Rêbertî polîtîkayên dagirkerî û qirkirinê yên dewletên kapîtalîst ên li ser gelan tê ferz kirin, red kir û bi fedekariyeke mezin hewl da gelan azad bike. Lewma divê em ranewestin û li her qadê têbikoşin. Divê em li ser feraseta Berxwedan Jiyan e ya şehîd Mazlûm Dogan bimeşin.”
Endama Însiyatîfa Azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a Sûriyeyê Zeyneb Hebeş jî behsa komploya 9`ê Cotmehê kir û ev tişt gotin: “Îro salvegera 25`an a destpêkirina komploya navneteweyî ya li dijî Rêbertî ye, ku bi derketina wî ji Sûriyeyê dest pê kir. Rêbertî 24 sal li Sûriyeyê ma, lê têkoşîn meşand û xelkê wê perwerde û birêxistin kir. Rêbertî li hember projeyên pergalên desthilatdar, projeya yekîtiyê û jiyana hevbeş pêşkêş kir.”
Zeyneb bang li gelên azadîxwaz û rêxistinên hiqûqî kir ku li hember komployê helwesteke zelal nîşan bidin û zextê li dewleta Tirk a dagirker bikin da ku tecrîdê bi dawî bike.
Çalakî bi dirûşmeya “Bê Serok jiyan nabe” bi dawî bû.