Li gundê Etmê sivîl hatin xilaskirin

Şervanên QSD’ê êrîşên dewleta Tirk ên bi ser gundê Etmê yê Racoyê şikandin. Sivîlên li gund ji hêzên Tirk hatin rizgarkirin.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ku ev 4 roj in bê navber li ser gundê Etmê yê navçeya Raco ya Efrînê ji hêla şervanên QSD’ê ve hatin şikandin.

Şervan bersivê didin artêşa Tirk û çeteyan ku ji hewayê û bejahiyê bombe dikin û dixwazin ji bejahiyê ve bi pêş ve biçin.

Gundiyên ku di hewldana dagirkeriya Tirkde dîl hatibûn girtin ji hêla şervanan ve hatin rizgarkirin.

Di êrîşên artêşa Tirk a dagirker de heta niha 100 top û 20 rokêt li gundê Etmê ketine.

Diyar bû ku êrîşên dewleta Tirk a daigrker de gelek sivîl birîndar bûn.