Li Erîvanê meşa li dijî komployê

Li paytexta Ermenistan Erîvanê, ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê meşek hate lidarxistin.

Kurdistanî tevî dostên xwe bi pêşengiya Kurdistan Komîte û Yekîtiya Jinên Azad li ber avahiya Opera ya Erîvanê li hev kom bûn û meşiyan.

Çalakgeran posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hildan û bi qîrîna dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bê Serok jiyan nabe", "Bijî Berxwedana Rojava", "Bijî Berxwedana Şengalê" û "Erdogan ê faşîst, Tirkiye ya faşîst" heta qada Şahûmyan meşiyan.

Hevserokê Yekîtiya Kurdistanê ya Ermenistanê û Parlamenterê Kurd ê li Parlamenta Ermenistanê Kinyas Hasanov li qada mîtîngê axivî û komplo şermezar kir.

Hasanov bal kişand ser bêdengiya saziyên mafên mirovan ên navneteweyî ya li pêşberî tecrîdê û got, "Rêber Apo 21 sal in bi îradeyeke bêhempa li nava şert û mercên giran ê girtîgehê li ber xwe dide û armanca komployê pûç kir. Ya ku dikeve ser milê me ew e ku bi berxwedaneke bi vî rengî komployê bi temamî têk bibin. Ji bo vê jî em ê têkoşîna xwe li her qadê geş bikin."

Hevseroka Kurdistan Komîte Îla Tovmasyan, endama Kurdistan Komîte Jênîka Qadir, endamê Kurdistan Komîte Şêx Tahir Broyan û endamê Kurdistan Komîte Xelîl axivîn. Qisekeran komplo şermezar kirin û xwestin ku Ocalan azad bibe. Mîtîng bi helbestên Zîlan Reşoyan bi dawî bû.