Li Efrînê teqîn: 3 çete birîndar bûn
Li navenda Efrînê teqînek li qada ku çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker lê bûn, pêk hat. Di teqînê de 3 çeteyên girêdayî Sûltan Mûrat birîndar bûne.
Li navenda Efrînê teqînek li qada ku çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker lê bûn, pêk hat. Di teqînê de 3 çeteyên girêdayî Sûltan Mûrat birîndar bûne.
Li gorî nûçeya ANHA’yê ku agahiyan dispêre çavkaniyeke herêmê, li nêzî nûqteyeke ya çeteyên Sûltan Mûrat a li kolana Siyasî ya li navenda bajar mayîneke ku berê li cihê sergoyê hatibû bicihkirin, teqiya.
Teqîn saet 17:00’an pêk hatiye, di teqînê de li gorî agahiyên destpêkê herî kêm 3 çeteyên Sûltan Mûrat ên girêdayî dewleta Tirk birîndar bûne.
Heman çavkaniyê ragihand ku piştî teqînê artêşa Tirk û çeteyên wê ketine nava liv û tevgerê, dîsa rêyên sereke girtine.
Li aliyê din balafirên keşfê yên bê mirov li ser navçeyên Şêrewa û navenda Efrînê difirin.