Li Efrîn û Şehbayê di du mehan de 96 sivîl revandin, 4 kes ji qetil kirin

Rêxistina Mafê Mirovan a Efrînê da diyarkirin, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wan li Efrîn û Şehbayê di nava du mehan de 96 sivîl revandine û 4 kesên bi temen qetil kirine.

Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker ji destpêka meha Adarê heta niha 96 sivîlên ku di nav de 4 jin li Efrînê revandine û 4 kesên bi temen jî qetil kirine.

Her wiha dagirkeran li Dêr Belût û Cindirêsê 6 hezar darên zeytunan birîne. Disa jî girên Til Endelîp a gundê Ister û girê Cirnas yê li gundê Senera ji aliyê dagirkeran ve tê vekolandin û talan dikin. Çeteyên ku goristanan jî dikulin, gora Şêx Mistefa Idrîs jî talan kirin. Mizgefta ku li Şîyê jî hate xirakirin. Çeteyan Goristana Şehîdan a Şehîd Awesta Xabûr jî xirab kirin û zivirandin bazara lawiran.

Ji destpêka dagirkirina kantona Efrînê ve dewleta Tirk a dagirker li pêş çavê cîhanê bi rêya çeteyên xwe demografiya kantonê diguhere.

Girêdayî mijarê Hevserokê Meclisa Rêveber a Herêma Efrînê Bekir Elo ev anî ziman: “Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wan her roj li dijî sivîlan bê mafiyê dike. Dewleta Tirk çeteyan bikar tîne. Li Şehba yê her roj bê mafî tê kirin. Daxwaza wan ewe ku van herêman bê mirov bihêle. Bêdengbûne civaka Navnetewî li ser van bê mafiyan, dibe sedem bu ev bêmafî berdewam bike.”