Li Dêrikê meşa piştevaniya bi Wargeha Mexmûrê re
Li dijî hewildana dorpêçkirina Wargeha Mexmûrê ya artêşa Iraqê, bi sedan kes li Dêrikê meşiyan û got: “Em bi xelkê Mexmûrê re ne.”
Li dijî hewildana dorpêçkirina Wargeha Mexmûrê ya artêşa Iraqê, bi sedan kes li Dêrikê meşiyan û got: “Em bi xelkê Mexmûrê re ne.”
Li dijî hewildana dorpêçkirina Wargeha Mexmûrê ya artêşa Iraqê, bi sedan kes li Dêrikê meşiyan. Xwepêşandan, ji qada Azadî dest pê kir û li sûka navendî bi dawî bû û veguherî mitingê. Di mitingê de, endama rêveberiya Kongra Star a Dêrikê Binefş Ebdo axivî û kiryarên artêşa Iraqê şermezar kirin.
Binefş Ebdo got: “Em piştgiriya xelkê li Mexmûrê dikin ku li hember planên dewleta Tirk û li ber zilmê serî hildidin.”
Di dawiya xwepêşandanê de, şêniyan berxwedana xelkê Mexmûrê silav kir û dorpêça li ser şermezar kir.