Li Dêra Zorê 3 çeteyên DAIŞ’ê hatin girtin
Şervanên QSD’ê piştî ku tevahiya bejahiya Dêra Zorê rizgar kir, 3 çeteyên ku xwe di nava sivîlan de veşartibûn, girtin.
Şervanên QSD’ê piştî ku tevahiya bejahiya Dêra Zorê rizgar kir, 3 çeteyên ku xwe di nava sivîlan de veşartibûn, girtin.
Piştî ku şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) tevahiya bejahiya gundewarên Dêra Zorê rizgar kirin, sê çeteyan xwe di nava welatiyên sivîl de veşartin û hewl dan êrîşî şervanan bikin, ji aliyê şervanan ve bi çekên wan ve hatin girtin.
QSD’ê diyar kir ku hersê çete ji bajarê Helebê ne û di destpêka avakirina DAIŞ'ê de beşdarî nava çeteyên DAIŞ'ê bûne û navên wan wiha ne: "Mistefa Mehmûd ji taxa El-Mercê ya bajarê Helebê (1991), Ebdilrehman Hemzê ji bajaroka Sifîrê yê rojhilatê Helebê ye (1995) û Ehmed Hisên Wefa ji bajaroka Sifîrê (2000)." Hate gotin ku Ehmed Hisên Wefa di nava Eşbal El-Xîlafê de wekî serçete kar dikir.