Li Bakurê Sûriyê rêveberiya sivîl a hevpar wê ava bibe

Li Bakurê Sûriyê wê rêveberiyeke sivîl were avakirin ku koordinasyona hemû rêveberiyên xweser û meclîsên sivîl deyne.

Endamê Desteya Serokatî ya Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Hikmet Hebîb ji ANHA‘yê re avixî û got ew ê gavekê bavêjin ku di navbeyna hemû rêveberiyên xweser û meclîsan de koordînasyonê ava bike.

Hebîb got bi vê çarçoweyê ew ê rêveberiyeke sivîl a hevpar ava bikin û  domand, ‘’Ji bo avakirina rêveberiya sivîl kanton û meclîsên sivîl belge dane me.’’

Endamê Desteya Serokatî ya MSD‘ê der barê rewşa Sûriyê û rêbazên çareserkirina aloziyê de wiha domand, "Bi riya danûstandinên Sûrî-Sûrî û piştî ku form a li navçeya Eyn Îsayê hate lidarxistin, dibêjim ku em li pêşberî serkeftinên mezin ber bi çareserkirina aloziya Sûriyeyê ne. Di wê formê de gelek hêzên niştimanî yên Sûriyê û derveyî Sûriyê beşdar bubun. Armanca formê ew bû kongreyeke Sûrî were lidarxistin, Sûriyeke demokratîk ne navendî ji mûdaxeleyên derve dûr were avakirin."

Hikmet Hebîb diyar kir ku di demên pêş de wê buroyên meclisê li parêzgehên Sûriyê vekin, rola ciwanan pêş bixin, û buroyên wan vekirin, her wiha têkiliyên hindirîn ava bikin û Meclisa Sûriyeya Demokratîk wê bi riya buroyên têkiliyan  meclisê bi derdorê re bide naskirin.

Hikmet Hebîb di dawiya axaftina xwe de got, "Ji rêveberiyên xweser ên kantonan û meclisên sivîl belge pêşkêşî me kirin da rêveberiyeke sivîl were damezirandin. Erka vê rêveberiye dê rêveberiyên xweser û meclisên sivîl bişopîne û di navbera wan de koordîneyê ava bike, rêveberiya were avakirin mûdaxeleya karê siyasî yên rêveberiyên xweser û meclisên sivîl nake. Navendê wê jî dê li Eyn Îsa be."