Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê belavkirina mazotê dest pê kir

Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo ku zivistanê weke sotemeniyê bi kar bînin mazotê dide 930 hezar malbatî.

Hevserokê Midûrtiya Sotemeniyê ya Rêveberya Bakur-Rojhilatê Sûriyê Saqiq El Xelef, ku ji Ajansa Nûçeyan a ANHA'yê re axivî, derheqê belavkirina mazota zivistanî daxuyanî da.

Xelef got 23'yê Heziranê dest bi belavkirina mazotê heye û her yekê 440 lître mazot dane malbatan. Xelef diyar kir piştî ku xebatên belavkirinê qediyan, wê 200 lîtreyî dî jî bidin malbatan û heta Kanûnê wê belavkirinê bidomînin.

Xelef diyar kir lîtreya mazotê bi pereyekî kêm, 75 lîreyê Sûriyê ye û got, ''Xebatên belavkirinê wê bi hevkariya şaredariyan were kirin. Em Midûrtiya Sotemeniyê, hewl didin ku li tevahiya Bakur-Rojhilatê Sûriyê hewl didin hewcehiya mazotê ya zivistanî ya 930 malbatî bi cih bînin.''