Li Bakur-Rojhilatê Sûriyê operasyona 'hişberiyê' li dewleta Tirk

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn îro civîneke çapemeniyê li dar xist. Elî El-Hesen daxuyanî li pêşiya navenda wan a li Qamişloyê xwend.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn diyar kir ku têkoşîna wan a li dijî belavbûna madeyên hişbir didome û herî dawî jî li ser agahiyên ku çeteyên dewleta Tirk dê miqdareke mezin madeyên hişbir derbasî herêmê bikin, operasyonek li dar xistin.

Li gorî daxuyaniyê di operasyonê de 438 kg hebên hişbir (nêzî 2 milyon û 570 heb) û depo û kamyonên pê dihate veguhastin, hatine desteserkirin.

Her wiha diyar bû ku di lêpirsîna destpêkê de gumanbaran piştrast kiriye ku miqdareke van madeyan, derbasî dewleteke cîran kirine.

Di berdewama daxuyaniyê de hate destnîşankirin: “Destên aliyên derve di belavkirin û firotina narkotîkê li herêmên me de heye. Li hemberî vê hêzên me parastina ewlehî û aramiyê dikin. Li aliyekî din aliyên derve û hin kesên zeîf dixwazin bi hemû rêbazan herêmên me têk bibin, ji van rêbazan derbaskirina madeyên hişbir û gelek madeyên qedexe ne, da ku binesaziya civakbûyînê xirab bikin pê re jî nirxên civakê derbe bikin û bi rêyê herêmên me, madeyan derbasî dewletên din bikin."