BI DÎMEN

Li Amedê bi hezaran kes ji bo mîtînga azadiyê li hev kom dibin

Li Amedê ji bo mîtînga 'Azadiyê' bi hezaran kes li Taxa Ofîs û kolana Goçmenlerê li hev kom bûn.

MÎTÎNGA AZADIYÊ

Beriya mîtînga 'Em li dijî komployê li ber xwe didin, ji bo azadiya li Amedê li hev dicivin' ku Platforma Saziyên Demokratîk pêşengiyê jê re dikin, gelek nuqteyên Amedê ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve hatin dorpêçkirin. Di serî de Qada Stasyonê gelek kolanên Amedê bi wesayitên zirxî hatin girtin.

Girseya gel ji bo mîtîngê li gelek qadan li hev kom dibe. Parlamenterên DEM Partiyê jî di nav de gelek kes li kolana Goçmenler a li taxa Fatîhê ya li navçeya Rezan a Amedê li hev kom bûn. Girseya gel ji vê derê ber bi Qada Stasyonê ve dest bi meşê kir. Polîsan hewl dan meşê asteng bikin. Hin ji beşdarên çalakiyê gotin, "Hûn çi bikin jî ev gel wê bimeşe. Hûn ê nikaribin bibin asteng."

Li Taxa Ofîsê jî girseya gel li ber AZC Plazayê li hev kom dibe. Parlamenter û hevşaredar jî di nav de gelek kes wê li vê derê daxuyaniyekê bidin.

Tê payin ku Hevserokên Giştî yên DBP'ê Çîgdem Kiliçgun Ûçar, Keskîn Bayindir û Hevserokê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan jî beşdarî daxuyaniyê bibin.