Li Şehbayê mayîn teqiya: Zarokek mir

Di encama teqîna mayînekê ya li navçeya Ehdas a Kantona Şehbayê de zarokek 6 salî mir, 3 jî birîndar bûn.

Di encama teqîna mayînekê ya ji berê li navçeya Ehdas li bejahiyê hatibû bicihkirin, zarokek mir, 3 jî birîndar bûn.

Hate ragihandin ku zarokê di teqînê de mirî, Ezîz Ebdulqadîr Ehmed ê ji gundê Hemam a girêdayî navçeya Cindirês a Efrînê ye.

Di teqînê de her wiha ji gundê Şîtko yê Efrînê Îbharîm Seyîd Xelîl (7), Bîrhat Seyîd Xelîl (12) ên bira û Ehmed Silêman Meihemed (10) salî ê ji gundê Kefer Sefra yê Cindirêsê ne jî birîndar bûne.

Piştî teqînê zarokên birîndar rakirin Nexweşxaneya Avrîn. Hate ragihandin ku rewşa zarokan baş in.