Ji bo rakirina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Kongreya Star û Tevgera Çandê ya Hîlala Zêrîn a Kantona Efrîn û Şehbayê di bin dirûşmeya “Dem dema azadiyê ye” bi daxuyaniyekê dest bi belavkirina broşuran kir.
Endama Koordînasyona Kongreya Star a kantona Efrîn û Şehbayê Rîhan Alo diyar kir ku tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan her ku diçe girantir dibe û got “Li hemberî vê tecrîdê hemû û mirovahî bêdeng in. Ji bo ku gel bi sîstema Neteweya Demokrat bijî, em li ber xwe didin. Niha jî em dest bi belavkirina broşurên li ser rewşa Rêber Apo dikin. Di broşuran de em qala tecrîda li ser Rêber Apo dikin. Wê pêngava me 4 rojan bidome. Wê di roja yekem de li navçeya Ehdas, Fafîn û Kampa Berxwedanê ev broşur werin belavkirin. Di roja duyem de jî wê li Kampa Serdem û navçeya Ehresê were belavkirin. Di roja sêyem de jî wê li navçeyên Til Rifat û navçeya Şêrewayê broşur werin belavkirin. Di roja dawîn de jî wê bi meşekê tecrîda giran a li ser Rêber Apo were şermezarkirin.”