Li Şehbayê cenazeyê 2 şehîdan bi girseyî hatin veşartin

Cenazeyê Cemîl Nasan û Îsmaîl Hesen ên di êrîşa dewleta Tirk a dagirker a bi ser Akademiya Têkoşîna Dijî Hişbirê de şehîd bibûn, bi merasîmeke girseyî hatin veşartin.

Endamên Hêzên Têkoşîna Li Dijî Madeyên Hişbirê Cemîl Nasan û Îsamîl Hesen 8′ê Cotmehê di êrişa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker de li gundewarê Dêrikê şehîd bûn. Şêniyên kantona Efrîn û Şehbayê cenazeyên her du şehîdan ji Nexweşxaneya Avrîn a navçeya Fafînê wergirtin û bi ber bi Goristana Şehîdên Berxwedana Serdemê ya li navçeya Ehizê ya Şehbayê ve bi rê ketin.

Li goristanê merasîmek hat lidarxistin. Rêvebera Meclisa Malbatên Şehîdan Şaziya Îbrahîm sersaxî ji malbatên şehîdan û tevahî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re xwest û rola şehîdan a parastina destkeftiyên şoreşê û ewlehiya herêmê vegot.

Endamê Meclisa Kantona Efrîn û Şehbayê Dilsoz Efrîn bal kişand ku plana dewleta Tirk a dagirker koçberkirina gelê Kurd û dagirkirina qadek mezintir e.

Dilsoz Efrîn îşaret bi durûtiya Erdogan jî kir û got: "Erdogan li pêşberî çapemeniyê hevxemiya xwe ji bo zarokên Filistînê radigihîne û dibêje ku herêm bi tîbûnê re rû bi rû ye. Lê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê sûcên herî hov dike, binesaziya herêmê dike armanc, avê qut dike, zeviyên çandiniyê dişewitîne, zarok û extiyaran bi hovîtî qetil dike."

Ji fermandarên Hêzên Ewlekariya Hundirîn Hikmet Reşîd sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û got ew ê têkoşînê berdewam bikin heta Efrîn û hemû deverên dagirkirî rizgar bikin.

Endama Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk Rûken Ehmed wesîqeyên şehadetê yên her du şehîdan xwendin û radestî malbatên wan kirin.

Cenazeyên şehîdan bi dirûşmê "Şehîd namirin" hatin veşartin.