Li Îdlîbê dewleta Tirk û HTŞ li hev civiyan

Tê diyarkirin ku piştî şer û aloziya îro, artêşa Tirk û HTŞ’ê dest bi hevdîtinê kirine.

Tê diyarkirin ku piştî şer û aloziya îro, artêşa Tirk û HTŞ’ê (Heyet Tehrîr El Şam) dest bi hevdîtinê kirine.

Beriya dewriyeya hevpar a Tirk û Rûsan ku wê îro li ser rêya Heleb-Lazkiyeyê bihata lidarxistin, artêşa Tirk gule li ser komeke protestoyî reşandibû û du kes kuştibû.

Hatibû diyarkirin SÎHA’yên artêşa Tirk jî bendeke HTŞ’ê kiribû hedef û HTŞ’ê jî li bendeke artêşa Tirk a li Neyrabê dabû.

Tê diyarkirin ku ji ber aloziyê rayedarên Tirk û heyeteke HTŞ’ê li Kampa El Mûstama dest bi hevdîtinê kirine.

PEYMANA MOSKOVAYÊ

Di meha Sibatê de piştî şerê di navbera artêşa Tirk û artêşa Sûriyeyê Serokkomarê Tirk Tayyip Erdogan çûbû Moskovayê û ji Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn daxwaza agirbestê kiribû.

Agirbest di 5’ê Adarê de hatibû kirin û ev biryar hatibû dayin

  1. Li Îdlîbê piştî 6’ê Adarê hemû çalakiyên leşkerî bila were sekinandin.
  2. 6 kîlometre li bakur û 6 kîlometre li başûrê rêya Heleb-Lazkiyeyê (M4) bila korîdora ewlehiyê were vekirin.
  3. Piştî 15’ê Adarê bila dewriyeyên Rûs-Tirk li korîdora ewlehiyê bigerin.

Lê HTŞ di serî de gelek kom rê dikirin û li dijî dewriyeyê ne.

Ji ber aloziê dewleta Tirk polîsên xwe sewqî wê derê kiribû.

HTŞ’ê jî li hemberî polîsên Tirk endamên xwe yên çekdar bi cih kiribû.