Kurdên li Belçîka û Hollandayê li Manîfestoyê li hev kom bûn

Kurdistaniyên li Hollanda û Belçîkayê, li Manîfestoya Çandî û Polîtîk a li Den Haagê li hev kom bûn.

Kurdistaniyên li Hollanda û Belçîkayê, li Manîfestoya Çandî û Polîtîk a li bajarê Den Haagê yê Hollandayê li hev kom bûn.

Mijara bingehîn a manîfestoyê jî berxwedana li Heftanînê ya li dijî dagirkeriya dewleta Tirk bû. Ji Partiya Karker a Hollandayê Parlamentera Ewropayê Katî Pîrî û parlamenterê berê yê HDP'ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz li manîfestoyê axivîn.

Li manîfestoyê, ku bi dirûşma 'Azadî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re' hate lidarxistin, berxwedana li Heftanînê hate silavkirin.

Li qada manîfestoyê, pêşangeha wêneyan û agahdarkirinê ya li dijî destavêtin, destdirêj û tundiya li jinê hate vekirin ku ji aliyê Weqfa Jinan a Azad a Navneteweyî û Meclîsa Jinê ya Ronahî ve hate amadekirin.

Têkildarî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan konê agahdarkirinê hate danîn.

Parlamenter Katî Pîrî di axaftina xwe de bal kişand ser êrişên qirkirinê yên li dijî Kurdan.

Pîrî diyar kir ku li Tirkiyeyê demokrasî nîne û weke mînak jî girtîmayina hevserokên berê yên HDP'ê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş nîşan da.

Pîrî got, "Li dijî nêzîkatiya bêhiqûqî ya li dijî Kurdan, em bi Kurdan re ne."

Parlamenterê berê yê HDP'ê Faysal Sariyildiz jî bang kir ku piştgirî ji daxwaza ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û berxwedana li dijî şer re bê dayin.

Sariyildiz got, "Li dijî îmhaya li ser Kurdan tê ferzkirin, divê Kurd xwe bi rêxistin bikin" û diyar kir ku berxwedana Rojava berxwedana gel û mirovahiyê ye, hêviya gelan e.

Di manîfestoyê de Engîn Xelîlkan, Kewê, Bengîn Agirî, Sîmar, Koma Şeladizê, Alî Dildar, Bagerê Zînê derketin ser dikê.

Manîfesto bi muzîkê bi dawî bû.