Kongreya Meclisa Malbatên Şehîdan destpê kir: Azadî ji Rêber Apo re

Kongreya Meclisa Malbatên Şehîdan a 1'emîn bi dirûşma "Bi ruhê şehîdan em ê şerê gel ê şoreşgerî bi pêş bixin û azadiya Rêber Apo pêk bînin" destpê kir.

Kongreya 1′emîn a Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dirûşma "Bi ruhê şehîdan em ê şerê gel ê şoreşgerî bi pêş bixin û azadiya Rêber Apo pêk bînin" li Hesekê destpê kir.

Hezar delege û nûnerên ji saziyên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên Kurd, Ereb û Suryan beşdarî kongreyê bûn. Her wiha endama Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Newroz Ehmed, hevseroka Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Asya Ebdullah û hevserokên TEV-DEM′ê Rûken Ehmed û Xerîb Hiso beşdar bûn.

Di kongreyê de hevseroka PYD′ê Asya Ebdullah destpêkê behsa tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan kir û got: "Tecrîd li dijî hemû gelan e ku banga azadî û dijberiya siyasetên mêtingeriyê dikin. Armanca tecrîdê qirkirina gelê Kurd û helandina çanda wî û tevahî pêkhateyên herêmê ye."

Asya Ebdullah berxwedana gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi berxwedana dîrokî wesif kir û wiha pê de çû: "Ji destpêka Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve, bi saya fedakariyên şehîdên canê xwe di oxira parastina destkeftiyên şoreşê de daye û bi saya berxwedana hevrêyên me yên jin ku serî li pêş dijmin netewandine, ev şoreş bû şoreşeke dîrokî."

Her wiha Asya Ebdullah behsa êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê kir û wiha got: "Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi êrişên xwe dixwazin vîna pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê lawaz bikin û xaka me dagir bikin."

Kongr bi axaftinan dewam dike. Dê cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser Hemdan El Ebid li ser navê Rêveberiya Xweser biaxive, dûre endama Fermandariya Giştî ya QSD′ê Newroz Ehmed li ser navê QSD′ê û endama Koordînasyona Kongra Star Remziye Mihemed biaxivin.

Dê piştre rêzikname were nîqaşkirin û hevserokên meclisê were hilbijartin.